Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin 2023-10-05 14:25:49   SÊRT - Di doza tecawiza li dijî zarok a li navçeya Berwariyê de daxwaza girtina 2 bersûcan hate redkirin.    Kesên bi navên Abdulhamît Ş. û Huseyîn T. bi sedema tecawiza li dijî zarokekê ya li navçeya Berwarî ya Sêrtê tên darizandin. Danişîna duyemîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hate lidarxistin. Li gel bersûcan, her wiha parêzerên aliyan û xizmên zaroka mexdûr jî di danişînê de amade bûn. Zarok jî li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Nûnerên partiya siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li danişînê bûn.    ZAROKA MEXDÛR: GEF LI MIN TÊN XWARIN   Ji bersûcan Abdulhamît Ş. tawanbariyên heyî red kir û bi van gotinan xwe parast: “Ev êşên min di nava salekî de kêşand tu kesî nekişandine.” Serokê dadgehê bi gotina “çîroka nebêje” bertek nîşan da.    Zaroka ku li odeya hevdîtina edlî li cem psîkolog tiştên bi serê xwe hatin vegotin diyar kir ku gef lê tên xwarin. Psîkolog, piştî îfadeyên zarokê çavdêriyên xwe vegot. Psîkolog got; “Di mijara cih, dem, mekan, şexs û hiş de tiştekî neyînî nîne. Dema rastiya fêmkirina bûyerê rê nirxandin, tu pirsgirêk nehatin dîtin. Fêmkirin û têgihiştina wê li gorî temenê wê ye.”    DAXWAZA GIRTINÊ HATE REDKIRIN   Malbata zarok diyar kir ku ew gilîdar in û xwestin bersûc bên girtin. Parêzera Midûriyeta Bajar a Malbat û Xizmetên Civakî jî xwest ku bersûc bên girtin.    Dozger jî xwest ku bersûc ji ber sûcê “êrişa zayendî” bên cezakirin û daxwazên girtinê bên redkirin. Parêzerên zarok jî xwestin ku bersûc bên girtin û dem xwestin.    Dadgehê daxwaza girtina bersûcan red kir û daxwaza demdayînê qebûl kir.    Danişîna dozê taloqî 19’ê cotmehê hate kirin.