Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin 2023-10-05 14:31:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a aydî Tirkiyeyê hê ji ber sedemek nayê zanîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xistin.    Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan duh fermana êrişa li dijî rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) dabû. Piştî fermana Fîdan erişen li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin. Hat ragihandin ku Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a aydî Tirkiyeyê hê ji ber sedemek nayê zanîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xistin.    Hin wêne û dîmenên kêliya xistina SÎHA’yê ji aliyê bikarhanerên medya dîjîtal ve hatin belav kirin.    Hê sedemên vê SÎHA’ya ku di navbera gundên Ruguba û Ebû Naqa yên bi ser navçeya Til Temira Hesekê ve hatiye xistin nayê zanîn. Heta niha der barê mijara navborî de tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Tê îdiakirin ku ev SÎHA ji aliyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve hatiye xistin.