Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin 2023-10-05 11:15:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Tûpê mitbexê 30 lîre hat biharkirin. Piştî zemê tûpê mitbexê yê herî erzan bû 107 lîre.    Krîza aborî ya ku tesîra neyînî li ser xelkê dike, her ku diçe xelkê feqîrtir dike. Tevî hemû gilî û gazinên xelkê jî her roj tişt biha dibin. Tûpên mitbexan jî hatin bihakirin. Ji duh pê ve 30 lîre zem hat ser tûpê mitbexê. Bi vê zemê re Aygazê bi yek carê 30 lîre zem kir. Piştî zemê Îpragaz û Bîzîmgazê jî fiyetên tûpan guhert û biha kir. Tûpê herî biçûk û erzan ê mitbexê 107 lîre ye.