Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome 2023-10-05 14:43:33   ŞIRNEX - Li bajarokê Gundikê Melê kevneşopiya “Ziyareta Temtemok” a 300 salî didome. Her sal roja pêncşema yekem a meha cotmehê bi hezaran kes li goristana Temtemokê ya li bajarok kom dibin.   Li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê kevneşopiya “Ziyareta Temtemok” a 300 salî ku dîroka wê digihije hezaran salan didome. Bi hezaran kes her sal roja pêncşema yekemîn a meha cotmehê li Goristana Temtemok a bajarokê Gundikê Melê ku li quntarê Çiyayê Cûdî ye kom dibin. Şeniyên bajarok piştî nimêjê di qazanên mezin de xwarinên herî xweş amade dikin. Şeniyên herêmê îsal jî di pêşengtiya Şaredariya Gundikê Melê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ev kevneşopiya xwe domandin. Di berdewamkirina vê kevneşopiyê de tevlibûna jinan balê dikşîne. Jinên ku bi zarokên xwe re berê xwe didin goristanê seatên xweş û bextewar derbas dikin.    JIN XWARINÊN HERÎ XWEŞ AMADE DIKIN   Li gund jinên ku serê sibehê zû rabûn berê xwe dan goristanê û xwarinên herî xweş di qazanan de amadekirin û danîn ser agir. Beriya amadekirina xwarinê dayik, zarok û kalên bajarok çûne ser goristanê û ji miriyan re dua kirin. Bi ser navê xêrê ji zarokan re û mêvanan re şekirok hatin belavkirin.    SERDANA PARTIYA ÇEPÊN KESK   Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Aslan û rêveberiya Partiya Çepên Kesk a Şirnexê jî serdana malbatan kirin. Şandeyê piştre bi gel re xwarin xwar û ev kevneşopiya wan pîroz kir.   HERÎ ZÊDE JIN KED DIDIN   Yek ji şeniyên bajarok Meryem Net, diyar kir ku ev kevneşopiya wan xwedî dîrokeke kevnare ye û wiha axivî: “Em her sal di pêncşema meha cotmehê ya ewil de tên vê derê. Em jin serê sibehê tên vê derê, xwarina xwe di qazanan de amade dikin. Ji her derê gel diherikin vê derê. Di seatên nîvro de jî em vê xwarinê belav dikin û bi hevre dixwin. Em dixwazin ku ev kevneşopiya me bidome.”