'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in' 2023-10-05 17:52:31   ŞIRNEX- TJA’yê di çarçoveya kampanyaya xwe de bi jinan re civiya. Di civînê de Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal axivî. Ûysal bal kişand ser tecrîda girankirî ya Îmraliyê da û got: "Em di rakirina tecrîdê de û daxwaza azadiyê de bi israr in.”   Li taxa Cûdî ya girêdayî Sîlopiyayê Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” bi şêniyên taxê re civiya. Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal Aslan, Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan û hevseroka Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Gūlsûm Atak tevlî bûn.   ‘TU CARAN QASÎ VÊ DEMÊ EM NÊZIKÎ AZADIYÊ NEBÛNE’   Civîna bi jinan re bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal Aslan axivî. Uysal bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û wiha axivî: "Di vê sedsalê de em gelê kurd dê çi bikin? Ji roja 9’ê cotmehê dema ku birêz Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hatiye girtin heta niha şereke netew dewletî didome. Ev bi salane kesên ku vî şêrî didine hatine guhertin lê siyaseta wan a cîhanî nehatiye guhertin. Di Rojhilata Navín de kesayetên wekî birêz Ocalan dibêjin ku em vê pergala şer qebûl nakin. Dibêjin, !em weke gelekî bi hebûna xwe axa xwe û dîroka xwe bi hezar salin heta astekî hatine û em êdî dixwazin ku azad bijîn’ şerê ku îro tê meşandin li dijî daxwaza statûbûna gelên bindeste.Tu caran qasî vê demê em nêzî azadiyê nebûne û tu dema qasî niha li ser me êrîş çênebûne. Em çiqasî nêzî azadiyê bibin êrîşên wan ewqas zêde dibin. Îro li ku daxwaza azadiyê hebe di hedefê de ye. Lêbelê em di rakirina tecrîta girankirî ya li Îmraliyê û di daxwaza azadiyê de bi israr in.”   Civîna bi jinan re bi nirxandin û pêşniyarên jinan bi dawî bû.