Êrişên li ser Rojava dewam dikin 2023-10-05 21:59:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê jî di nav de êrişî gelek gundan hat kirin, li gelek bajaran elektrîk qut bû.   Piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digre, êrişên li ser herêmê her ku diçe zêde dibin.   Dewleta tirk êrişî gundê Merenaz a Şerayê û herêmê di navbera gundên Dêr Cemal û Ziyara yên navçeya Şêrewa kir.   ÊRIŞA BI SER HÊZÊN ŞAMÊ   Balafirên bêmirov a biçek êrişî dibistana gundê Dad Ebdal ê Zîrganê kir. Her wiha li gundên El Bube û El Esadiye yên Zîrganê êrişî nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê kirin. Di êrişan de ziyanên madî çêbûn.   ELEKTÎRÎK QUT BÛ   Balafirên bêmirov a biçek santrala elektrîkê ya bakurê Qamişlo bombe kirin. Di encama êrişan de li gelek saziyên xizmetguzariyê û taxên Qamişlo û Amûdê elektrîk qut bûn.   Li gorî Daîreya Elektrîkê ya bajarê Qamişloyê, santraleke elektrîkê bi temamî ji xizmetê derket û yek din bi awayekî qismî zerer dît, ji ber vê yekê elektrîk li ser stasyonên Iwêcê û Ceqceq, depoyên genim, aşê Cizîrê, nexweşxaenya Dil û Çav û 6 nexweşxaneyên din, du firne û bi deh hezaran malan qut bû.   Li Amûdê jî stasyona sereke ya navçeyê hat bombekirin, di encamê de elektrîk li ser tevahî saziyên xizmetguzariyê, taxên bajar û gundên wê hat qutkirin.   Gundên Şealê û Zîwana yên Şehbayê û derdora navçeya Til Rifatê bi çekên giran hatin bombebarankirin.     LI EFRÎNÊ 8 GUND HATIN BOMBERANKIRIN   Artêşa tirk 8 gundên navçeyên Şera û Şêrawayê bi dijwarî bombebaran kir. Gundên hatine bombebarankirin wiha ne: Gundê Mezin, Kilûtê, Soxanekê û Bênê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundên Merenaz, Şewarxa, Kiştîarê yên girêdayî navçeya Şerayê.