Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir 2023-10-06 08:51:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerekî di şerê li qadên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe de derket birîndar bûbû, mir.    Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Çawişê pispor Recep Parlak ê di şerekî li van qadan derketî de birîndar bûbû, duh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin mir.    Wezareta Parastinê ya dewleta tirk bi daxuyaniyekê diyar kir ku Parlak di 30’ê îlonê de birîndar bûye û ji bo dermankirinên rakirine nexweşxaneyê.