Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin 2023-10-06 10:57:01   STENBOL - HDK û DBP’ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ku dê 8’ê cotmehê were lidarxistin banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Em ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin werin cem hev.    Komploya navneteweyî, bi hevkariya hêzên navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an, bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir. Komploya ku ketiye 25 saliya xwe dê li Tirkiye û gelek bajarên Kurdistanê bi meş û çalakiyan were şermezarkirin. Li Stenbolê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Kesên di Anatolyayê de Xizmên Xwe Winda  Kirine re  (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînên Kurd û Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), bi dirûşmeya “Ji bo tecrîdê bişkînin em ber bi azadiyê ve dimeşin” dê 8’ê cotmehê li pêşiya Peykerê Ga yê li Kadikoyê, çalakiyê li dar bixin.    Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr û Hevrdevkê bajêr ê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Mehmet Karadag, ku her du jî ji Komîteya Amadekar a çalakiyê ne hemû pêkhateyên civakî vexwendin meşa ku dê di 8'ê Cotmehê de were lidarxistin.    DAXWAZA YEKEM AZADIYA OCALAN E   Mehmet Karadag destnîşan kir ku komloya navneteweyî ya 9 Cotmehê ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye li dar xistin, destpêka polîtîkayên şer ên Rojhilata Navîn e û da zanîn ku di 25 salên derbas bûyî de ev polîtîka hê jî dom dikin. Karadag da zanîn ku ji ber hesabên komployê vala hatin derxistin, tecrîda li Îmraliyê kete dewrê. Karadag bilêv kir ku yekem armanca wan a meşa Kadikoyê, pêkanîna azadiya fizîkî ya Abddullah Ocalan, avakirina diyalogekî ser bingeha aştiyê ye û got: “Tenê bi vî awayî civak dikarin aştiyê bibînin. Rakirina tecrîda li Îmraliyê, rakirina tecrîda li ser hemû girtîgehan e. Rakirina tecrîda li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e. Ji ber ev ne tenê pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka hemû gelên cîhanê ye. Banga me ji hêzên demokrasiyê ew e ku guh bidin meşa me ya 8’ê cotmehê ya li Kadikoyê û bi me re tevbigerin.”   BANGA TEVLIBÛNA ÇALAKIYÊ   Hevberdevka DBP’a Marmarayê Dîlber Demîr jî anî ziman ku komplo bi tecrîda Îmraliyê dom dike û di halê hazir de tecrîd belavî hemû qadên jiyanê bûye. Demîr destnîşan kir ku tecrîd bûye sedema gelek krîzan û bi bîr xist ku dema ev tecrîda ji holê rabû dê krîzên heyî jî derbas bibin. Demîr têkildarî meşa ku dê li dar bixin wiha got: “Têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya Birêz Abdullah Ocalan, hem li qada navneteweyî, hem jî li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dike. Em ê têkoşîna xwe ya vê mijarê hêj mezintir bikin. Em her kesekê di 8’ê cotmehê de vedixwînin meşa mezin a azadiyê. Taybetî jî kurt û dostên kurdan, jin, ciwan û tevahiya gel, ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, em werin gel hev û azadiya xwe pêk bînin.”