Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin 2023-10-06 11:33:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku hejmara kesên di êrişa bi dronan a li dijî Akademiya Leşkerî ya Humusê de jiyana xwe ji dest dane, ji 110’an derbas bûye.    Duh li dijî Akademiya Leşkerî ya Humusê, di dema merasîma mezûniyetê de bi dronan êrişek hate lidarxistin. Li gorî agahiyên Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di êrişê de 21 ji wan sivîl bi giştî 112 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 120 kes jî birîndar bûn.     Heya niha tu hêzan êrişa hatiye kirin negirt ser xwe û hêzên hikûmeta Sûriyeyê piştî êrişê herêmên di destê çeteyên ku Tirkiye piştgirî dide wan de, bombebaran kir. Li gorî agahiyên SOHR’ê di bombebaranê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.     Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî piştî êrişa Humusê destnîşan kir ku ew “gelek bi fikar in”. Berdevkê Guterres Stephane Dujarric jî têkildarî bombebaranên Tirkiyeyê yên li djî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt anî ziman: “Em ji agahiyan jî bi fikar in.”