Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin 2023-10-06 12:09:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Armîta Garawand a ji aliyê hêzên Îranê ve bi giranî hatibû birîndarkirin. Xwepêşandanên ji bo Garawand hatin destpêkirin, bi berfirehî berdewam dikin.    Li paytexta Îranê Tahranê Gaşt e Îrşad (Dewriyeyên Rehber) roja 1’ê cotmehê li stasyona metroyê bi hinceta ku Armîta Garawand a 16 salî serê xwe negirtiye birîndar kirin. Garawand a bi giranî birîndar bûbû, tedawiya wê li nexweşxaneyê didome. Li hin bajaran xwepêşandanên protestokirina birîndarkirina Garawand dest pê kirin, bi berfirehî berdewam dikin.    Welatiyên ji bo Garawand derketin kolanan li ser dîwaran nivîsên wek, “Keftarê pîr dîsa ferîşteyek biçûk kir qurban” hatin nivîsandin.    DAYIKA WÊ DI BINÇAVAN DE YE    Dayika Garawand, Shahin Ahmadî duh hatibû binçavkirin. Hat ragihandin ku hê jî Shahin Ahmadî di binçavan de tê ragirtin. Her wiha hat zanîn ku zextên li ser malbatê berdewam dikin.