Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin 2023-10-06 14:04:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku îstasyona Siwêdikê ya ceyranê ya li herêma Cizîr a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 caran hatiye bombebarankirin.    Êrişên dewleta tirk duh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) balafirên şer ên Tirkiyeyê istasyona Siwêdikê ya ceyranê ya herêma Cizîrê  5 caran hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê li îstasyonê şewat derket. Hate diyarkirin ku ji ber êrişan tîmên agirkujiyê nikarin mudaxileyî şewatê bikin.   ÊRIŞÎ NOXTEYEKE ŞAMÊ HATE KIRIN    Bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) gundên Aqîbe û Soxaneke yên girêdayî Şêrawa ya Efrînê hatin bombekirin. Di êrişa li dijî noxteyên kontrolê yên Şamê hate kirin de leşkerek birîndar bû.