Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir 2023-10-06 15:54:38   RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Mîthat Sancar tevî endam û rêveberên partiyê li navenda Rihayê serdana esnafan kirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Mîthat Sancar serdanên xwe yên Rihayê didomîne. Sancar, tevî rêveber û endamên partiyê li navenda Rihayê serdana esnafan kir û pirsgirêk û daxwazên wan guhdar kirin.   Sancar û endam û rêveberên partiyê li Qada Haşimiye ya navçeya Eyubiyeyê esnaf ziyaret kirin û li pirsgirêkên esnafan guhdarî kirin. Esnafan anîn ziman ku ji ber krîza aboriyê rewşa wan di tengasiyê de ye û gotin ku divê Partiya Çepên Kesk jî di çareseriya pirsgirêkên wan de bi awayekî aktîf rola xwe bilîze. Sancar ê ku li pirsgirêk û pêşniyarên esnafan guhdarî kir, anî ziman ku ew ê wekî Partiya Çepên Kesk ji bo çareseriya pirsgirêkan zêdetir bixebitin. Sancarê ku yek bi yek esnafan geriya, bi endam û rêvebirên partiyê re Gola Masiyan a dîrokî geriya. Sancar, ku li Gola Masiyan bi welatiyan re sohbet kir ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin.   Sancar û rêveberên partiyê piştî serdana esnafên navçeya Eyubiyeyê esnafên taxa Silêmanî ya navçeya Haliliyeyê ziyaret kirin. Sancarê ku li vir li pirsgirêk û derdên esnafan guhdarî kir, diyar kir ku ew dê pirsgirêkên esnafan bînin rojevê û ji bo çareseriya pirsgirêkan çi ji destê wan bê wê bikin.   Piştî serdana esnafan bernameya Sancar a 2 rojan li Rihayê bi dawî bûn.