Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e 2023-10-07 10:30:14   RIHA - Ji parêzerên Doza Kobanê Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku aliyên siyasî yên Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir in û darizandin hatiye qonaxa dawî, ev doz yek ji wan dozan e ku sedsala duyemîn a Tirkiyeyê ava dike ye.   DAIŞ’ê li dijî bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê dest bi êrişên dijwar kiribû. Li Kobanê keç û xortên kurdan û dostên xwe li dijî êrişên dijwar berxwedanek destanî ku ji cîhanê re bû mînak, nîşan dan. Li ser dijwartirîn êrişên çeteyên DAIŞ’ê, gelê bakurê Kurdistanê û bi milyonan kurd û dostên xwe yên li gelek metropolên Tirkiyeyê di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de rabûn serhildanê. Di xwepêşandanên bo piştgiriya Kobanê de 54 kes jiyana xwe ji dest dan. Bi ser wê serhildanê re 9 sal derbas bûn.    Di vê navberê de roja 7’ê Cotmehê Serokkomarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li Dîlokê bû û axaftinek sosret kir. Erdogan gotibû, “Kobanê wa ket û vaye dikeve.” Ev gotinên Erdogan serhildana gelê kurd û dostên wan hin mezintir kir. Li 7 bajarên bakurê Kurdistanê Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin. Li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 8’ê Cotmehê de xwepêşandan sekinînin.    Di xwepêşandan ango serhildana piştevaniya Kobanê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku têkçûna DAIŞ’ê qebûl nekir û dixwazin heyfa berxwedana Kobanê ji siyasetmedarên HDP’ê hildin. Piştî 6 salan li dijî HDP’ê di 25’ê îlona 2020’an de operasyon hat kirin û di bin navê “Doza Kobanê” de li siyasetmedaran doz hat vekirin. 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin. Danişîna 35’emîn a dozê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Ji her siyasetmedarekî re ji 29 “sûcên” cuda 38 caran cezayê muebeda giran û 19 hezar û 680 sal cezayê hepsê tê xwestin.    Ji parêzerên Doza Kobanê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku faîlên esasî nayên darizandin, gelek bêhiqûqî diqewimin û aliyê siyasî yên dozê ji aliyê hiqûqî girantir in.    ‘BERPIRSIYARÊN ESASÎ NAYÊN DARIZANDIN’    Ozbîngol bi bîr xist ku gelê li Kobanê di encama êrişên çeteyên DAIŞ'ê de bi talûkeya komkujiyên mezin re rû bi rû man û destnîşan kir ku li dijî vê yekê li hemû cîhanê gel xwedî li Kobanê derket. Ozbîngol diyar kir ku di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gel bi hestiyar û xwedîderketina li mirovahiyê daketin qadan û got: “Wê demê gelek sazî û rêxistinan banga hestiyariyê kirin. HDP îro ji ber ku li dijî qirkirinê banga hestiyariyê kiribû, ji bûyerên ku qewimîbûn berpirsyar tê dîtin. Em bi pratîkeke darazê ya ku bi hiqûqê re li hev nayê re rû bi rû ne. Di xwepêşandanan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û axaftinên siyasî li ser çend navan dixwazin vê pêvajoyê bi pêş ve bibin. Heke ku pêvajoyek darazê berdewam bike, divê berpirsyarên esasî bên eşkerekirin û derxin holê û wisa were birêvebirin. Lê belê ev yek pêk nehat. Hevserokên giştî yên HDP’ê yên wê serdemê jî di nav de gelek siyasetmedar ji ber parvekirina tweetekê berpirsyar hatin dîtin. Operasyona ku piştî nîqaşên siyasî demeke dirêj piştî xwepêşandanan hat destpêkirin, tu têkiliya wê bi hiqûqê re nîne. Siyasetmedar ji mirinên ku ew ne berpirsiyar in, berpirsiyar tên girtin.”    ‘ALIYÊN SIYASÎ BÊTIR Û GIRANTIR E’    Ozbîngol anî ziman ku aliyê siyasî yê dozê ji aliyê hiqûqî girantir xwe da pêş û wiha axivî: “Di serî de Wezareta Karên Navxweyî û hemû saziyên fermî yên dewletê weke aliyên siyasî yên dozê cihê xwe di dozê de digirin. Li şûna ku saziyên dewletê bêalî tevbigerin lê berovajî vê di dozê de alî digirin. Em bi dosyayeke ku tê de gelek kiryarên derqanûnî û gelek destwerdanên siyasî hene re rû bi rû ne. Daraz di vê dozê de ketiye bin zexta desthilatdariya siyasî. Ji bo vê jî divê raya giştî li dijî dozê hesastir be. Tevî ku xwepêşandanên Kobanê li ser esasê afirandina raya giştî ya bi hesasiyeta mirovî pêş ket jî lê dixwazin berê xwepêşandanan bidin aliyê siyasî û armancek cuda ya siyasî pêk bînin. Ev yek jî di raya giştî de rê li ber nerhetiyê vedike.”    ‘TU DELÎLEK ŞÊNBER NÎN E’    Ozbîngol destnîşan kir ku desthilatdariyê Doza Kobaê veguherandiye qada hesabên siyasî û miwekîlên wan hemû ji ber xebatên xwe yên siyasî tên darizandin. Ozbîngol anî ziman ku tu eleqeya pêvajoyê bi aliyê hiqûqî ve nîn e û dixwazin tolê ji siyasetmedarên kurd hilînin û bi cezakirina muebedên giran re rû bi rû mane. Ozbîngol da zanîn ku di dosyeyê delîlek şênber jî nîne û doz li ser beyanên razber hatiye amadekirin û bi vî awayî darizandin tê kirin.    ‘DARIZANDIN BER BI DAWIYÊ VE DIÇE’    Ozbîngol destnîşan kir ku pêvajoya darazê ber bi dawiyê ve diçe û wiha got: “Parastinên ên negirtî tên darizandin qediya. Miwekîlên me yên girtî parastinên xwe yên dawî dikin. Em hiqûqê, nirxên gerdûnî û darizandinek ku delîlên şênber pêk were dixwazin. Mirovan canê xwe ji dest da. Em pêvajoyek ku berpirsiyarên esas bên darizandin dixwazin. Em dixwazin Doza Kobanê were beraetkirin. Divê sepanên dijmirovî yên DAIŞ’ê jî bêceza nemîne. Hestiyariya raya giştî girîng e. Mexdûriyek gelek cidî heye.”    MA / Emrullah Acar