Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin 2023-10-07 11:16:07 STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî li dijî pêla operasyonên binçavkirinan banga têkoşîna hevpar kirin û gotin: “Em ji desthilatdariyê re dibêjin hodrî meydan, em bi paş ve gav navêjin.”    Di 1’ê cotmehê de li dijî Wezareta Karên Navxweyî ya li Enqereyê êriş pêk hatibû. Piştî êrişê li bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê pêla operasyonên qirkirina siyasî dest pê kiribûn. Heta niha di serdegirtinên malan de 246 kes hatine binçavkirin. Li aliyekî pêla operasyonên serdegirtinên malan didomin û ev du roj in jî Tirkiye li dijî gund, navçe û bajarên rojavayê Kurdistanê êrişên hewayî pêk tîne.    Desthilatdariya Tirkiyeyê êrişa li Enqereyê dîsa wek her tim kir hinceta êrişkirina li dijî rojavayê Kurdistanê. Nûnerên partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Rojava û pêla binçavkirin û girtinan dan û bang li hemû hêzên muxalîf kirin ku li dijî êrişan di têkoşîna hevpar de bibin yek û li ber van êrişan rabin.    Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi bi bîr xist ku desthilatdariya AKP-MHP’ê piştî êrişa li Enqereyê tavilê dest bi operasyonên li dijî kurdan û hêzên şoreşger û êrişên li dijî Rojava kiriye. Taşçi anî ziman ku desthilatdariyê hebûna xwe li ser dijbûna kurdan ava kiriye û ev xwe di operasyonên dawî de jî dide nîşandan. Taşçi diyar kir ku ev êriş di heman demê de li dijî dostên kurdan pêk tên û desthilatdarî peyama, “Xwe ji kurdan dûr bikin, li ser pirsgirêka kurd devê xwe venekin û bi kurdan re neyên ba hev” dide çepgiran.    Taşçi da zanîn ku heke li ber van operasyonên pêla binçavkirinê deng neyê derxistin wê ev operasyon li ser hemû aliyên muxalîf belav bibin û divê li dijî vê yekê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin.    ‘EM BIBIN YEK HETA KU TECRÎD RABE’    Ji Hêza Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Murvet Kuçuk jî da zanîn ku binçavkirina bi sedan kes a bi hinceta çalakiya li Enqereyê nayê qebûlkirin û di heman demê de desthilatdarî êrişî rojavayê Kurdistanê dike û desthilatdarî dixwaze destkeftiyên kurdan û dostên wan tune bike û polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê berfireh bike. Kuçuk anî ziman ku divê her kes bi hev re li dijî van êriş û operasyonên desthilatdariya AKP-MHP’ê têkoşînek mezin bike da ku operasyon û êriş bên sekinandin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Kuçuk got hewcedarî bi têkoşînek hevpar heye û dem dema hevgirtinê ye.    'DIVÊ EM ENIYA BERXWEDANA YEKBÛYÎ AVA BIKIN’   Berdevkê Demê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû jî diyar kir ku piştî hilbijartinê desthilatdariyê kabîneya şer ava kiriye û biryara êrişan û operasyonan ji aliyê vê kabîneyê ve tê dayîn. Kayaoglû bi salane li welêt di serî de li dijî kurdan û hemû hêzên çep û çepgir konspetek berfireh a êrişan hatiye destpêkrin û pêwîste li dijî van êrişan eniya berxwedanek hevpar were avakirin.    Endama Komîteya Navendî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Nehîr Sevîm jî destnîşan kir ku wê operasyonên bi vî rengî tu demê nikaribin kesî têk bibin û bitepisînin û got: “Desthilatdarî bi van operasyonên xwe peyama ku wê di polîtîkayên xwe yên şer ên li dijî kurdan û aliyên demokratîk bide domandin dide. Divê em li dijî van êrişan bibin yek. Çimkî ev êriş û operayson li dijî hemû aliyên demokratîk hatiye kirin. Em bi awayek yekbûyî û hevpar li dijî vê rabin.”