Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin 2023-10-07 14:55:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê diyar kirin ku ew ê piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re berdewam bikin û dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin.    Dayikên Şemiyê her hefte ji bo ku biçin Qada Galatasarayê, bi dorpêç û binçavkirina polîsan re rû bi rû dimînin. Îro jî Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin û binçavkirin.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku çalakiyên piştevaniya bo Dayikên Şemiyê dane destpêkirin, vê hefteyê jî berdewam kir. Di daxuyaniyên şaxên ÎHD’ê de piştevaniya ji bo Şemiyê carek din hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku ew ê her li ba Dayikên Şemiyê bin û dest ji têkoşîna xwe hesabpirsîna kujerên windayan bernedin.    RIHA    Şaxa ÎHD’a Rihayê ji bo piştgiriya çalakiya Dayikên Şemiyê li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Em dev ji lêgerîna windayên xwe, ji Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê bernadin” dinivîsî hat daliqandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’a Rihayê Serdil Îzol ve hat xwendin. Îzol bi lêv kir ku Qada Galatasarayê ku Dayikên Şemiyê dixwazin li wir ji bo windayên xwe daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve tê dorpêçkirin û astengkirin û ev ne bes e polîs Dayikên Şemiyê jî dikin binçavan. Îzol destnîşan kir ku tu binçavkirin û astengî nikare têkoşîna wan a edaletê bide sekinandin.    DÎLOK    Şaxa ÎHD’a Dîlokê jî têkildarî mijarê li Parqa Yeşilsûyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Bila winda bên dîtin û faîl bên cezakirin" hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê Rêveberê ÎHD’a Dîlokê Tarik Alpdogan xwend.   Her wiha şaxên ÎHD’ê yên Wan, Îzmîr, Edene û Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî dan û piştevaniya Dayikên Şemiyê kirin. Rêveberên ÎHD’ê destnîşankirin ku ew ê dest ji têkoşîna edaletê û hesabpirsîna ji kujerên windayan bernedin û dê her tim dilê wan bi Dayikên Şemiyê re be.