Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn 2023-10-07 15:29:05   AMED/ ÊLIH - Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta Ayhan Efeoglû û Alî Efeoglû yên birayê hev ku hatibûn windakirin, pirsîn.    Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 765’emîn de çalkiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûya Amedê li dar xistin. Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, rêveberên Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP, Egîtîm Senê, Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windayan hatin hildan û li erdê hatn raxistin.    Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ayhan Efeoglû (25) yê di 6’ê cotmeha 1992’yan de ku xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê bû ji aliyê polîsên sivîl ve hat revandin û paşê hatibû windakirin, pirsîn.     KESKÎN: POLÎS ME BI ERDÊ RE KAŞ DIKIN   Seroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di çalakiyê de axivî û astengiyên li dijî Dayikên Şemiyê bi bîr xist û got: "Niha em her hefte diçin ku li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin, çalakiya aştiyane bikin. Lê polîs me bi erdê re kaş dikin û destên me ji pişt ve tên kelemçekirin û dibin emniyete. Ev pêkanîn tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî didome. Weke parêzvanên mafên mirovan em ê tu carî dest ji lêgerîna windayan û mirovên xwe yên bi darê zorê hatine windakirin bernedin.”    Piştî Keskîn, endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş daxuyanî da û serpêhatiya Ayhan Efeoglû xwend.    SERPÊHATIYA AYHAN EFEOGLÛ   Serpêhatiya winda wiha ye: "Ayhan Efegolu xwendekarê Zanîngeha Teknik Yildizê bû. Ji ber ku têkoşîna demokrasiyê dida gelek caran hatiye binçavkirin û ji aliyê polîsên siyasî ve hatiye fîşkirin. Di 26'ê Cotmeha 1992'an de li ber zanîngehê ji aliyê polîsên sîvîl ve hat binçavkirin. Ew birin Şaxa Miduriyeta Emniyetê a Têkoşîna li Dijî Terorê ya Stenbolê. Malbata wî ji hemû saziyan pirsî lê hat gotin ku ew nehatiye binçavkirin. Di sala 2011'an de Polîsê Tevgera Taybet ê berê Ayhan Çarkin anîbû ziman ku Ayhan Efeoglu dema ku di bin çavan de bûye bi îşkenceyê hatiye kuştin."   Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan û kesên di binçavan de hatine qetilkirin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.   ÊLIH    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 601’emîn de çalakiya xwe de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD, nûnerên OHD, MEBYA-DER’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    LI AQÛBETA EFEOGLU PIRSÎN   Di daxuyaniya vê hefteyê de serpêhatiya xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknîkê Ayhan Efeoglu (25) ku di 6’ê cotmeha sala 1992’yan de ji hêla polîsên sivîl ve li pêşiya zanîngehê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatiye girtin û birayê wî Alî Efeoglû yê di 5’ê çileya 1994’an de hat windakirin pirsîn.    Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan û kesên di binçavan de hatine qetilkirin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.