Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin 2023-10-07 15:53:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binçavkirinên li gelek bajaran hatin kirin bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.    Operasyonên binçavkirinê yên piştî çalakiya li dijî Miduriyeta Polîsan a Enqereyê hatin kirin û êrişên pişt re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dest pê kirin didomin. Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyên li çend bajaran dan êriş û binçavkirin şermezar kirin.    SÊRT   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê û binçavkirinên li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê yên çend rojên dawî daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Sêrtê hat dayîn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevberdevkê Partiya Çepê Kesk a Sêrtê Eşref Tekîn daxuyanî da û diyar kir ku bi binçavkirina siyasetmedaran, rojnamevanan û rêveberên rêxistinên sivîl û welatiyan demokrasî hatye armancgirtin. Tekîn anî ziman ku ew hemû êrişên faşîzane red dikin û got: “Ew nikarin bi binçavkirin û girtinan serê bitewînin. Heta êrişên wan faşîzane bên sekinandin em ê têkoşîn û sekna xwe nîşan bidin. Em kesek jî bimînin heta serkeftinê em ê vê faşîzmê red bikin.”    ‘SIVÎLAN QETIL DIKIN’    Parlamenter Sabahat Erdogan Sarıitaş jî destnîşan kir ku tê xwestin ku têkoşîna mafdar û rewa ya gelê kurd bê tepisandin û wiha axivî: “Berê jî gelek caran vê pratika xwe dan nîşandan. Lê tu demê negihîştin armanca xwe. Wê dîsa jî negihîjin mexseda xwe. Desthilatdariya ku binçavkirin û girtinan pêk tîne, niha jî êrişî jîgehên sivîlan ên rojavayê Kurdistanê dike. Bi daxuyaniya Hakan Fîdan sûcê şer tê kirin. Mirovên sivîl dikin armanca êrişan û wan qetil dikin. Heta ku em kesek jî bimînin em ê bi paş ve gav neavêjin. Em bang li muxalefetê dikin; yên ku li dijî van neheqî û êrişan dengê xwe dernexe wê hesabên dîrokî bide. Muxalef bi xemsariyê dibe şirîkê sûcên ku tên kirin.”    AMED    Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên li bajêr binçavkirinên endam û reveberên xwe bi daxuyaniyekê li Qada Şêx Seîd şermezar kirin. Tevî parlamenterên Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, Adalet Kaya, Ceylan Akça gelek rêveberên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.    Beriya daxuyaniyê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan destnîşan kir ku siyaseta demokratîk ji bo her kesekê şansek e û tiştên ji endamên partiya wan re hatine kirin şermezar kir. Piştre rêvebera bajêr a HDP'ê Hasîbe Yazdik daxuyanî xwend û got: “Ji 1’ê cotmehê ve bi operasyonên bênavber ên li dijî partiya me, endamên me û rêxistinên saziyên sivîl tên kirin, hevserokên me, rêveberên me û endamên me jî di nav de gelek kes bi awayeke derhiqûqî hatin binçavkirin.”   Yazdik, bi bîr xist ku desthilat bi heman polîtîkayên zextê, dehan sal in ku tu encam negirtine û got: “Taybetî ku kurd, rexnegiran di welêt de bûn temînata demokrasiyê, her awayî bedel dan û dê bedele bidin jî. Partiyekê bifikirin ku tim rêveberên wê di nava lêpirsînê de ne, hezarên wan hatine binçavkirin, hezarên wan hatine girtin lê belê dest ji têkoşînê bernedane û dê bernedin jî.”   ‘EM Ê DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN’   Yazdik, destnîşan kir ku desthilat darazê ji bo amûrê çavtirsandina mûxalîfan bi kar tîne û ev tişt got: “Em ji vir bang li desthilatê û tifaqa faşîst dikin; hûn hiqûq û demokrasiyê bêbandor dikin, vê baş bizanin ku herî zêde pêdiviya we dê bi hiqûq û demokrasiyê çêbibe. Me duh û îro di gotina xwe ya aştiyê û demokrasiyê de israr kir û em ê israra xwe bidomînin.”