Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe 2023-10-07 15:54:36   STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê destnîşan kir ku girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga yê di Girtîgeha Tîpa T ya Amedê de tê ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî, tenê dikare mama bixwe û bang kir ku Tanboga demildest, were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 602’yemîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş pêk tînin, li pêşiya avahiyê xwe li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê 23 salî Îsmaîl Tanboga, ku li Girtîgeha Tîpa T ya Amedê tê ragirin. Gelek parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin”, “Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga were berdan” hate vekirin û dirûşmên “Bila girtiyên nexweş werin berdan”, “Tedawî maf e nayê astengkirin”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.   Daxuyaniya vê heftê endamê Komîsyana Girtîgahan a ÎHD’ê Ferît Barût xwend.    XWARINA WÎ MAMA YE   Barût destnîşan kir ku Tandogan piştî hatiye girtin nexweşiya penceşêra mîdeyî lê peyda bûye û di mîdeyê wî de di asta pêş de ulser û gastrit jî heye û ev yek di tehlîlên hatine kirin de derdikeve holê û da zanîn ku nexweşiya Tanboga tam nehatiye diyarkirin. Barût anî ziman li Tanboga nexweşînên bêxwîniya giran, birînên nava dev, êşên pişt û gewiyê û nexweşiya gurçikan lê peyda bûne, her wiha diranên wî ketine, pir vedireşe û herî dawî jî bi zatureyê ketiye. Barût bi bîr xist ku ev 3 sal in xwarina Tanboga mama ye.    KETE 40 KÎLOYAN   Barût da zanîn ku Şaxa ÎHD’a Amedê duh çûye serdana Tanboga, yê di Girtîgaha Tîpa T ya Amedê de tê ragirtin û têkildarî hevdîtinê ev tişt anî ziman: “Hêj jî nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin, bijîşk gotine nexweşiyeke wî ya xwînê ya giran heye. Herî dawî ji ber zatureyê pişên wî avê kom kirine, ji ber nikare xwarinê bixwe pir zeîf ketiye û giranahiya wî ketiye 40 kîloyan. Tanboga destnîşan kiriye ew li cihekî qerebalix û duqatî tê ragirtin, bi saya hevalên xwe pêdiviyên xwe çareser dike. Her wiha Tanbogan anî ziman ku ew nikare ji pêlekanan dakeve û hilbikişe, ji ber bûye zature divê yan di qawîşekî yekkesî yan jî di qawîşekî dukesî de were ragirtin."   BANGA HIŞYARIYÊ   Barût bilêv kir ku ji bo Tanboga bijî divê jê re lênêrîneke taybet û alîkariyeke tibî were kirin û ji bo van tiştan jî got ku divê înfaza wî were taloqkirin û wî berdin. Di dawiya axaftina xwe de Barût hemû rayedaran ji bo Tanboga û hemû girtiyên nexweş vexwend peywirê û banga hişyariyê kir.