Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn 2023-10-07 23:23:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov û biçek (SÎHA) a dewleta tirk bombe li mizgefta Wargeha Mexmûrê barandin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de dayikek û du zarok birîndar bûne.   Dewleta tirk bi balafieke bêmirov û biçek (SÎHA) bombe li mizgefta semta 2 ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) barandin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de dayikek û du zarok birîndar bûne.    Navên birîndaran wiha ne: Zeyneb Îbrahim Îsmail, Egid Tekin Osman, Azad Şefiq Mehemed.