Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e 2023-10-08 09:05:24   MÊRDÎN - Rojnamevan Ahmet Kanbal anî ziman ku bi binçavkirin û lêpirsînan xebatên wî tên astengkirin û got: "Ev operasyon ji bo xapandina raya giştî bû."    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ku ji ber nûçeyên xwe û parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal di 6'ê cotmehê de li Mêrdînê hat binçavkirin, piştî îfadeyê di heman rojê de hat berdan. Kanbal ku di 6 mehên dawî de du caran hatiye binçavkirin, heya niha ji ber kar û barên wî yên rojnamevaniyê der barê wî de 25 lêpirsîn hatine destpêkirin û 5 jê di avaêtina ser malan de 12 caran hatiye binçavkirin.    Rojnamevan Kanbal ku hema bibêje polîs û daraz ew dorpêç kirine, behsa tiştên tên serê wî kirin.    ‘AVÊTINA SER MALÊ, KRÎMÎNALZEKIRIN E'   Kanbal anî ziman ku polîsên tevgera taybet saet li dor 05.40'ê sibehê avêtine ser mala wî û got: "Berê jî avtibûn ser mala min, lê avêtina vê carê pir cuda bû. Komeke qelebalix, bi çekên giran avêtin ser mala min. Wekî operasyoneke pir girîng û mezin tê kirin dabûn der. Her wiha gelek wesayîtên zirxî hebûn. Bi vî awayî avêtina ser mala min fikar hem li min hem jî li cîranên min peyde kirin."    Kanbal bilêv kir ku bi avêtinên ser malan ên bi vî rengî hem tê xwestin wî li taxê krîmînalîze bikin hem jî di dema biçavkirinê de ji bo sedema binçavkirinê tu tişt ji wî re nehatiye gotin. Kanbal wiha domand: "Gava em çûn midûriyeta polîsan, hîn bûm ku ez bi awayekî kêfî hatime binçavkirin. Ez rojekê di binçavan de mam. Me dît ku bê dosye çi qasî pûç e û ev operasyon bi awayekî kêfî hatiye kirin. Ji lew re gava ez çûm midûriyeta polîsan, ez hîn bûm ku haya dozger jî ji vê dosye û operasyon tune ye."    Kanbal destnîşan kir ku polîsan hewl daye ji bo wî sûcekî çêbikin û got ku ji bo vê ketine hesabê wî yê medyaya sanal û çend parvekirinên wî yên berê wekî hinceta sûc dane ber wî. Kanbal diyar kir ku parvekirinên navborî di lêpirsînên berê de jî hatine bikaranîn û der barê wan de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Kanbal got: "Ev operasyon pûç bû, ji lew re li ber desê wan tu tiştekî bibe sûc û dosyeyek tune bû. Piştî teqîna Enqereyê, bi fermaneke giştî ya wezaretê em hatin binçavkirin. Tevî min 12 kes hatin binçavkirin. Ev operasyon, operasyona xapandina raya giştî bû. Axirê em hemû kes bi şev hatin berdan."    Kanbal anî ziman ku bi van avêtinên ser malan re hem tê krîmînalîzekirin hem jî kar û barên wî yên pîşeyî tên astengkirin û got: "Ji lew re di nava 6 mehan de du caran avêtin ser mala min û di dema avaêtina ser malê de 3 telefon, kamerayek, wênegirek, du komputer û du hardîskên min hatin desteserkirin. Hê jî ekîpmanên min ên di 25'ê Nîsanê de hatin desteserkirin nedane min û car din dest danîn ser ekîpmanên min. Gava hûn li maliyeta wan a niha mêze dikin, gelekî zêde ye. Ev di heman demê de bi xwe re şideteke aboriyê jî derdixe holê. Ev yek jî nîşan dide ku dixwazin kar û barê min asteng bikin. Ji lew re gava herî dawî hatim binçavkirin, telefona hemû kesên bi min re hatin binçavkirin dan wan, lê yên min nedan min. Ev jî nîşan dide ku ev ji ber nûçeyên min ên li Mêrîdnê û herêmê ne. Ji ber van nûçeyan nerihet dibin."    ‘ROJNAMEVANÎ, PEYWIRA GEL E'   Kanbal anî ziman ku bi binçavkirin û lêpirsînan dê dest ji karê xwe bernede û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê nikaribin bi van operasyonan rojnamevaniya me bidin sekinandin û astengkirin. Em rojnamevan in. Hewce be em ê bêyî ekîpman jî fikirên xwe ragihînin gel. Em kedkarên Çapemeniya Azad berê em berê çawa têkoşiyane em ê ji niha û pê ve jî bitêkoşin. Rojnamevanî ne sûc e, rojnamevanî peywireke gel e û em ji bo vî deynê xwe bidin gel em ê rojnamevaniya xwe bidomînin."