Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir 2023-10-08 09:08:43   MÊRSÎN - Alî Bîlen diyar kir ku armanca komploya navdewletî afirandina cîhaneke ji Abdullah Ocalan xalî ye û got ku bi çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" xelekeke ji êgir çêkirine.    Komploya navdewletî ket sala xwe ya 26'an ku bi destê hêzên global bi armanca tunekirina fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. Gava Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û li hemberî wî komplo hatin çêkirin, çalakiyên "hûn nikarin roja me tarî bikin" dest pê kirin. Li Girtîgeha Mereşê Mehmet Halît Oral di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî komployê agir berda bedena xwe. Piştî vê çalakî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê û li seranserê cîhanê belav bûn û veguherîn serhildanan.    Alî Bîlen ku di sala 2003'yan de li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê agir berda bedena xwe û birîndar bû, komploya navdewletî û çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" nirxandin.    DI 13 SALIYA XWE DE AGIR BERDA BEDENA XWE   Alî Bîlen ku ji ber polîtîkayên dewletê yên salên 90'î tevî malbata xwe ji navçeya Qoser a Mêrdînê koçî Mêrsînê dike û di 2003'yan de, di 12 saliya xwe de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê girtin. Bîlen ku 8 mehan di Girtîgeha Tîpa T a Mêrsînê dimîne, paşê sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçuler a Enqereyê  tê kirin. Bîlen di çarçoveya çalakiyên li dijî komploya navdewletî û tecrîda Îmraliyê de, di 13 saliya xwe de agir berdide bedena xwe.   Bîlen anî ziman ku di sala 2003'yan de li hemberî kurdan bi awayekî berfireh dihatin kirin û got: "Her kesî dizanibû ku ev êriş berdewama komployê ne. Ew êriş bi destê hêzên global û herêmî ji bo tasfiyekirina kurdan bi berfirehî dihatin kirin. Gelê kurd jî wan baş hîs dikir. Li dijî Ocalan li Îmraliyê êrişeke berfireh, hişk û tecrîdeke mutleq hebû. Ev êriş li girtîgehên din jî dihat hîskirin. Êrişeke ku dixwest tevgera kurd perçe bike û wê entegreyî pergalê bike hebû. Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê jî bi şev û bi roj îşkence hebû, êrişî qawîşan dikirin."    ‘MIN JI BO GUHERÎNÊ BIRYAR DA'   Bîlen anî ziman ku di hucreyê de ku 97 rojan tê de ma biryara çalakiyê daye û got: "Di dawiya roja 97'an de gava ez ji hucreyê derxistim çavên min û movikên min pir nesax bûn. Ji bo li idjî van êrişên bi sîstematîk hin tişt biguherin, min biryara çalakiyekê da. Min di şeva 13'ê Tîrmehê de agir berdan bedena xwe. MIn ji bo vê biryara xwe nameyek jî li dû xwe hişt. Min di nameya xwe de dilsoziya xwe ya ji bo bîrdoziya xwe û rola birêz Ocalan a ji bo aştiyê diyar kiribû. Min xwest bersiva êşên hatine serê gelê kurd û komploya li dijî Ocalan bidim. Wê demê bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' gelek kesan agir berdabûn bedena xwe. Berdewama wê jî paşê hat. Min jî xwest vê çalakiya hevalên xwe ya ku li derdora Ocalan û gelê kurd bûn xelekeke ji êgir bidomînim. Min naylon li tevahiya canê xwe gerand û min qolanya li xwe kir û min agir berda bedena xwe. Wê kêliyê min sozek dabû xwe; ez ê ji xeynî dirûşmeyê tu tiştî nebêjim. Gava min dirûşmeyên wê demê berz kirin, deng çû hevalê min ên qawîşê û hatin. Çalakiyeke zêdetirî 2 deqeyan bû."    Bîlen destnîşan kir ku piştî çalakiyê li qawîşan hin guherîn çêbûne û "poşmanîtî" li wî hatiye ferzkirin û got ku wî poşmanîtî red kiriye û bi biryara xwe û vîna xwe agir berdaye bedena xwe û xwedî li berxwedana xwe derketiye.    ‘BEDÊL TÊN DAYÎN'   Bîlen destnîşan kir ku pêvajoya komployê niha bi awayekî hişt û tecrîdeke mutleq tê domand û got: "Ev komplo ku di 1998'an de dest pê kir, didome. Komplo di şexsê gelê kurd de li hemû gelan hatibû kirin. Xwestin tevkariyaê PDK'ê û hêzên global cîhaneke ji Ocalan xalî biafirînin. Faşîzma AKP-MHP'ê hê jî vê konsepta xwe ya şer didomîne. Di şexsê Îmraliyê de dixwazin bîrdozieke ku ji bo gelên cîhanê û Rojhilata Navîn bûye model bitepisînin. Divê komplo wekî tiştekî fîzîkî neyê nirxandin. Êrişên tên kirin hemû li Modernîteya Demokratîk tên kirin. Lê parêzvanên vê paradîgmayê ku ji bo her bedêlê amade ne, ji bo berbelavbûna vê paradîgmayê bedêlan didin. Xeyala herî mezin a AKP-MHP'ê tasfiyekirina Modernîteya Demokratîk e. Gel dê bi ruhûcankirina Modernîteya demokratîk, hêzên kapîtalîzma modernîst ên komploger berteref bikin."    MA / Dîlan Akyol