Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket 2023-10-08 10:25:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê vê hefteyê bi nîqaşên têkildarî destûra bingehîn derket.   Hejmara 32'yemîn a Kovara Jinê ku heftane tê weşandin derket. Kovarê di hejmara xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser nîqaşên derheqê destûra bingehîn a nû ku desthilatdarî dike rojev û jin jî jê re dibêjin dê ev destûr bingehîn a nû “newekheviyê kûr bike."    Sernavên hejmara kovara nû wiha ne:    * Destûra bingehîn a nû dîzaynkirina rejîma Talîban e/ Gotûbêja bi Parlamentera Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya re - Neslî Şahîner   * Bêzarîbûn tune ye, berxwedan heye! / Oya Açan   * Avakirina kirdeyeke femînîst a polîtîk tê çi wateyê? / Carmen Díaz - Werger   * Hêvî / Ayşe Çelîk