Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin 2023-10-08 15:39:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK’î têkildarî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan û gotin ku divê li dijî tecrîdê têkoşîneke mezintir were dayîn.    Girtiyên PKK û PAJK’î bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo têkbirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, divê her kes bêhtir li ber xwe bide û têbikoşe. Di heman demê de hişyariya “bi agir nelîze” li îktîdara AKP-MHP’ê hate kirin.    Daxuyanî li ser navê Denîz Kaya hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji ewil hêzên di komployê de cih girtin hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Hat xwestin ku Rêbertiya me ya ji hemû mirovahiyê re bûye ronahiya jiyana azad, bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê bê derxistin û îmhakirin. Ev xwestek armanca destpêkê ya hêzên sîstema kapîtalîst bûn ku mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin û dîzaynên nû pêk bînin.”   DIVÊ HÊZÊN LI PIŞT KOMPLOYÊ BÊN ANALÎZKIRIN   Bi domdarî wiha hate gotin ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakên Tirkiyeyê belav bûye û ev tişt hatin gotin: “Heke ev komplo tenê bi paşverûtiya faşîst a Komara Tirkiyeyê ve were girêdan dibe şaşiyeke mezin, ji ber vê yekê divê hêzên li pişt wê rast werin analîzkirin û fêmkirin û ev jî ji bo pêvajoyên pêş me girîng e. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ya li ser Rêbertî, mîsogerkirina rastiya qirkirina kurdan e. Gelê me bi vê hişmendiyê tevdigere û her 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê bi hêrseke mezin derdikeve qadan û azadiya Rêberê me diqîre. Ji bo dawî li rastiya komployê bê anîn ku çaryek sedsal e dewam dike, ji bo şikandina tecrîda li îmraliyê tê ferzkirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bê misogerkirin, divê hîn bêhtir berxwedan, xwedîderketin û têkoşîneke xurtir çêbe.”   BANG KIRIN   Herî dawî jî ev bang hate kirin: “Em bang li her kesî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her cure xebat bimeşînin, bi taybetî êrîşên li dijî Rojava û hemû Kurdistanê bi mezinkirina têkoşîn û yekitiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mil bi mil têbikoşin. Di dawiyê de em avaniya çeteya faşîst a AKP-MHP'ê ku tecrîda giran li ser Rêbertiya me ferz dike, li hemû Kurdistanê bi taybetî li Rojava şerekî qirkirinê yê topyekûn daye destpêkirin, êrîşê dibe ser gerîla û çekên kîmyewî û qedexekirî û bombeyan bi kar tîne û li zindanan hevrêyên me qetil dike bi tundî hişyar dikin; em dibêjin, bi agir nelîzin.”