Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê 2023-10-08 16:26:06   ENQERE - Partiya Çepên Kesk têkildarî pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de daxuyaniyek da û wiha got: “Heta ku pirsgirêka Filistîn û kurdan neyê çareserkirin dê aştî neyê Rojhilata Navîn.”    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk têkildarî pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de ku piştî êrişa Hamasê ya li dijî Îsraîlê dest pê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta pirsgirêka Filistîn û kurdan neyê çareserkirin dê aştî neyê Rojhilata Navîn û wiha got: “Em vê pêşbirka xwînî û pergala qirkirinê ya li Rojhilata Navîn red dikin û li gel aştiyê ne.”    ‘ÊRIŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN’   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em qetilkirina sivîlan a di şerê navbera her du aliyan de, îşkencekirina li cenaze û dîlgirtiyan û bombebarankirina qadên jiyanê bi tu awayî qebûl nakin. Banga me ji bo her du aliyan ew e ku demildest dev ji vê pêşbirka mirin û qirkirinê berdin. Di pevçûnên duh serê sibehê dest pê kirin heta niha de sivîl tên hedefgirtin û ev yek dijminatiya di navbera her du gelan de kûrtir dike. Muxatabê wê kî dibe bila bibe, em bi tevahiya cîhanê re parve dikin ku di êrişan de qetilkirina sivîlan qebûl nakin. Tundiya mêr a di şer de berê xwe daye bedena jin û veguheriye wehşetê, di tu şert û mercan de nayê qebûlkirin û tu hincetekê wê nîne.”    'EM LI GEL AŞTIYÊ NE’   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Weke Partiya Çepên Kesk, em dagirkirina Filistînê ya ji hêla Îsraîlê ve red dikin. Em ê têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê biparêzin û dê her biparêzin. Di serî de dewletên herêmê, banga me ji bo hemû hêzan ew e ku ji bo her du alî çareseriyeke aştiyane pêş bixin, bikevin nava hewldanan. Em; li dijî şer û dagirkeriyên ku bi dehan sala ye di navbera Filistîn-Îsraîlê de didomin; li gel çareseriyeke demokratîk û aştiyê ne. Bi şerê mezin ê dawî re careke din derket holê ku mimkin nîne ku mirov agir bi agirî vemirîne. Her êşek bi xwe re êşeke din tîne û jiyana gelên Rojhilata Navîn hedef digire. Ji bo ku têkiliyên di navbera Filistîn-Îsraîlê de bi çareseriyeke demokratîk û adilane biencam bibin, di serî de gelên Rojhilata Navîn, banga me ji bo hemû gelên cîhanê ew e ku bibin alîgirên aştiyê.    EM LI GEL JIYANA AŞTIYANE NE   Li Rojhilata Navîn du mijarên sereke hene ku ew jî meseleya Filistîn û Kurdan e. Heta ku pirsgirêka Filistîn û Kurdan neyê çareserkirin, dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nebin. Bi sala ye em vê rastiyê tecrûbe dikin. Nêzikatiyên li ser esasê netewe-dewletê, pirsgirêkan kûrtir dike, dijminatiya di navbera gelan de kûrtir dike. Di her pevçûnan de em vê rastiyê careke din dibînin. Li gorî me, hevbeşiya li ser esasên neteweperestî û olperestiyê yê li Rojhilata Navîn, rê li ber êşên giran û domdar vedikin. Bi hezaran salan gelên vê erdnîgariyê bi hev re di nava aştiyê de jiyan. Rêya herî guncav a aramiya vê herêmê, esasgirtina çareseriyeke demokratîk û aştiyane ye. Li Rojhilata Navîn em ne li gel tundî, mirin û ferasetên desthilatparêz lê li gel pêkvejiyana aştiyane ya gelan e. Meşa di Rêya Sêyemîn de, ji bo jiyaneke demokratîk û aştiyane li vê xakê serwer bibe ji her demê bêhtir xwe li me ferz dike. Alozî, pevçûn û şerên li Rojhilata Navîn, veguherîneke demokratîk ferz dike.    Em careke din dibêjin ku li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê ne; rêya bidawîkirina êşan, çareseriyeke demokratîk û adilane ye. Em ji bo xizmên hemû hemwelatiyên Filistîn û Îsraîlê yên di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane û ji gelan re sersaxiyê dixwazin.”