Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê 2023-10-08 19:02:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê droneke dewleta tirk ket xwarê.    Êrişên dewleta tirk di 4’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin didomin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li navçeya Şera ya Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê. Li aliyê din êrişî gundên Gerdemiyê û Eyn Dîwar ên girêdayî navçeya Dêrîk a Qamişloyê û gundên Mezin û Kilûtî yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê hatin kirin.