Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket 2023-10-09 07:30:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 199’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Dê azadî bi ser bikeve” derket.    Rojnameya Xwebûn bi hejmara 199’an û manşeta “Dê azadî bi ser bikeve” derket. Rojnameyê vê carê mijara 9’ê Cotmehê komploya Navdewletî girt dest û zêdetir cih da mijarên der barê komployê de. Rojnameyê cih da nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê armanca komplogeran, nirxandinên parlamenterê kurd ê Rûsyayê Rostam Broyêv ku Ocalan li Rûsyayê pêşwazî kir, nirxandinên Nûnerê ERNK’ê yê Romayê yê wê demê Ahmet Yaman ku 65 rojan li Romayê li gel Ocalan ma û nirxandinên nivîskar Xido Kokim, Felemez Ûlûg û Veysel Avci yên der barê planên kompogeran.    Rojnameyê di nivîsa manşete de cih da gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê komployê armanca komplogeran de. Ocalan di nirxandina xwe de wiha dibêje: “Hêzên hegemon ên sîstema kapîtalîst Îngilistan û DYA ku hewl didin li ser hemû dewlemendiyên ser û binê erdê, petrol, civak û rêveberiyên Rojhilata Navîn serdestbin, dewlet, civak, rêxistin û kesayetên hevkariya vê polîtîkayê nakin îmha û tasfiye dikin. Em ji destpêkê ve di xeta azadîparêzî û serxwebûna gelên Rojhilata Navîn de israr dikin, lewma em bûn hedefa van polîtîkayên tasfiyeyê û komployê. Îngilistanê û DYA qasidên xwe şandin û gotin ku divê em li gorî polîtîkayên wan ên Rojhilata Navîn tevbigerin. Min pêşniyara wan a ji bo hevkariyê red kir. Min ji wan re got ku em ê dev ji xeta serxwebûn û azadîparêziya gelan bernedin. Min got; 'Ez mirovekî xwedî pîvan im, xeta min ji bo gelan e. Ez şervanekî azadiyê me ku utopya wekhevî û azadiyê ya hezaran salan a gelan temsîl dikim, nabim şervanê kesî.' Ji ber vê yekê biryar dan ku min tasfiye bikin.”    Di rûpela nûçeyan de rojnameyê cih da nirxandinên Parlamenterê kurd ê Rûsyayê yê wê demê Rostam Broyêv ku Ocalan li Rûsyayê pêşwazî kir. Broyev, diyar kir ku li gorî plana Gladyoyê ku hatibû çêkirin; divê Serok bihatina Yewnanistanê û Serokatiya Yewnanistanê Serok bigirta û radestî Tirkiyeyê bikira. Ev yek jî bi destê Îsraîl û Amerîkayê dihat kirin. Lê rayedarên yewnan ji gelê xwe tirsiyan û ev plan pêk neanîn. Lewre Tirkiye dijminatiya gelê yewnan dikir. Ji ber vê jî radest nekirin lê kirin ku Serokatî ji Yewnanistanê derkeve û biçe Swêd û Rûsyayê.”    Di rûpela çaran de rojnameyê cih da hevyepvîna bi nûnerê ERNK’ê Ahmet Yaman ê ku li Romayê 65 rojan li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ma. Yaman destnîşan kir ku rastiya herî zêde rê li pêşiya hatina Rêber Apo ya Romayê vekir, rastiya hikûmeta Îtalyayê û piştgiriya raya giştî ya Îtalyayê bû û got: ”Vê yekê nîşan da ku navnîşana rast Îtalya ye. Welatên Ewropa ne li bendê bûn ku Rêber Apo bê Ewropayê. Piştî Rêber Apo hat Romayê, kurdên li diyasporayê herikîn Romayê. Herikîna kurdan a Romayê bandorek pir mezin li ser gelê cîhanê ava kir. Hatina Rêber Apo, li Ewropayê şok ava kir. Herikîna kurdan a Romayê carek din Ewropa û cîhan şoq kir. Kurd li Romayê li dora Rêberê xwe bûn xelek.”    Rojnameyê di rûpela 6’emîn de cih da nirxandinên nivîskar Felemez Ûlûg ên der barê tecrîdê û têkoşîna gelan a li dijî tecrîdê. Nivîskar Veysel Avci jî di nivîsa xwe de li ser hewldanên komplogeran ku encam negirtine û têkoşîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di şertê tecrîdê wekî darekê her şîn û geş dibe.    Siyasetmedar Farûk Unsal diyar kir ku ji ber Erdogan di aştiyê de winda kir dest bi pêvajoya şer kir û wiha got: “Ger rawestîna rijandina xwînê dîsa bê xwestin, divê di serî de deriyê Îmraliyê bê vekirin. Aştî bi vekirina deriyê Îmraliyê ve girêdayî ye. Lê dewlet ji bo piştgiriya siyasî û aborî ya Rûsyayê winda neke, aştiyê naxwaze. Tişta ku dewlet herî zêde naxwaze bike jî vekirina deriyên Îmraliyê ye. Vekirina deriyên Îmraliyê ya ku di salên 2013-2015’an de berdewam kir, rola xwe ya ji bo aştiyeke mayînde îspat kir.”   Nivîskar Xido Kokim jî di rûpela kirmanckî de cih da komploya çarmixî. Nivîskar Xido Kokim, ev hewldana li dijî Ocalan wekî “Komploya Çarmixî” pênase kiriye û diyar dike ku hêzên navdewletî bûn yek û Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Kokim, destnîşan dike komploya li dijî Ocalan 25 sal in didome û encam negirtiye.