Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn 2023-10-09 12:07:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişê Tirkiyeyê yên l ser gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê de 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûn.   Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA'yê ragihandin, di topbarana Tirkiyeyê ya dijî gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê de 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûne.   Navên birîndaran wiha ne: Reksa Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêna Hemûd (20), Cûmana Hemad.   Birîndar destpêkê rakirin nexweşxaneyeke Dirêbsiyê, ji wir jî rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.