Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne? 2023-10-09 12:41:19   STENBOL - Di lêkolîna Spectrum Hauseyê de hat diyarkirin ku Partiya Çepên Kesk dengên xwe diparêze û dengên AKP û CHP’ê jî dikevin. Piraniya beşdarên tev li bûn gotin ku “têkiliya rû bi rû” bêhtir bi bandor e û divê tev li pêvajoyên biryardayînê bibin.    Navenda Fikr û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê  “Rapora meyla hilbijêrên kurd a di navbera du hilbijartinan de” amade kir. Lêkolîna qadê ji bo pîvana helwesta hilbijêrên kurd a di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2024’an de û diyarkirina faktorên bandorê li tercîhên wan ên siyasî dikin hatiye kirin. Di meha tebaxê de li bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Colemêrg, Agirî, Semsûr, Êlih, Qers, Şirnex, Mûş, Bedlîs, Erzirom, Çewlik, Sêrt û Dêrsimê bi hezar û 351 kesan re rû bi rû hevdîtin hatiye kirin. Ji sedî 57,7’î beşdaran zilam û ji sedî 42,3 jî jin bûn.    HILBIJÊRÊN CIWAN JI ENCAMÊN HILBIJARTINAN DILXWEŞ NÎNIN    Ji beşdaran encamên hilbijartinên 14-28’3e gulanê hate pirsîn bê ka jê dilxweş in an na. Ji sedî 22,6’î beşdaran gotin ku ji encaman dilxweş nînin; ji sedî 57,8’an got dilxweş nînin û bendewariyên wan nehatine pêşwazîkirin; ji sedî 11,2’yan gotin ku bi qismekî dilxweş in û qismekî bendewariyên wan pêk hatine.    Hat destnîşankirin ku her ku asta perwerdeyê ya beşdaran zêde dibe, dilnexweşiya ji encamên hilbijartinan jî zêde bûye. Di astekî bilind de hilbijêrên ciwan ji encamên hilbijartinan dilxweş nînin û dibêjin ku bendewariyên wan pêk nehatine. Di kesên nîvsere û kal de jî ev rêje dikeve.    JI HER DU HILBIJÊRAN YEK JÊ DI PARTIYA ÇEPÊN KESK DE YE    Ji sedî 72,3’yê hilbijêrên AKP’ê ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên 14’ê gulanê gotin; “ez dilxweş im û partiya min bi ser ket.” Ji hilbijêrên Partiya Çepên Kesk ji sedî 76,3’yan û ji hilbijêrên CHP’ê ji sedî 77,4’an gotin “dilxweş nînim û bendewariyên min pêk nehatin.”    Ji sedî 11,3’yê beşdarên Partiya Çepên Kesk û ji sedî 2,1’ê beşdarên CHP’ê gotin ku ji encamên hilbijartinan dilxweş in.    Dema ji beşdaran pirsa “Di hilbijartina 14’ê gulanê de te dengê xwe da kîjan partiyê” hate kirin, ji sedî 51’ê beşdaran gotin ku dengê xwe dane Partiya Çepên Kesk. Ji beşdaran ji sedî 21,8’an gotin dengê xwe dane AKP’ê û ji sedî 14,1’an jî destnîşan kirin ku dengê xwe dane CHP’ê.    Rêjeya kesên dengê xwe nedayîn jî ji sedî 5,8 hat ragihandin.    CIWAN PIŞTGIRIYÊ DIDIN KÎJAN PARTIYÊ?   Ji sedî 57,6’ê beşdarên piştgirî didan Partiya Çepên Kesk mezûnên zanîngehê û ji sedî 63,3’yan jî di koma hîndekariya bilind de ne. Ji beşdarên ciwan ji sedî 60,2’yan diyar kirin ku dengê xwe didin Partiya Çepên Kesk.    FAKTORÊN BANDORÊ DIKIN    Di diyarkirina tercîha polîtîk a hilbijêrên kurd de “dilsoziya bi partiyê re” weke faktora herî girîng derket holê. Di lêkolînê de ev rêjeye ji sedî 30,9 derket. Di nava hilbijêrên ciwan de “bername û polîtîkayên partiyan” weke faktora diyarker; di nava hilbijêrên sere û kal de jî gelemperî faktorên “dilsoziya bi partiyê re” û “serokê partiyê” derketin pêş.    Li gorî daneyan; di nava hilbijêrên AKP’î de faktora “serokê partiyê”, yên Partiya Çepên Kesk de “dilsoziya bi partiyê re” û di nava yên CHP’î de jî “bername û polîtîkayên partiyê” derketin pêş.    RÊJEYA DENGÊN DI NAVA PARTIYAN DE TÊN Û DIÇIN    Di çarçoveya lêkolînê de cih dan tercîhên hilbijêran ên hilbijartinên giştî yên sala 2018’an. Ji sedî 51,1’ê hilbijêran gotin ku dengê xwe dane HDP’ê, ji sedî 22,3’yan dengê xwe dane AKP’ê û ji sedî 5’an jî dengê xwe dane CHP’ê. Ji sedî 82,1’ê hilbijêrên AKP’ê gotin ku di 2023’yan de dîsa dengê xwe dane AKP’ê. Ji sedî 3,7’ê hilbijêrên AKP’ê yên sala 2018’an dengê xwe dane CHP’ê, ji sedî 2,3’yan jî dengê xwe daye Partiya Çepên Kesk.    Ji sedî 72,1’ê hilbijêrên CHP’ê yên sala 2018’an gotin ku dîsa dengê xwe dane CHP’ê. Ji sedî 84,9’ê hilbijêrên HDP’ê gotin ku di 2023’yan de dengê xwe dane HDP’ê. Ji sedî 9,7’ê hilbijêrên HDP’ê gotin ku di 2023’yan de derbasî CHP’ê bûne.    PIRSGIRÊKA KURD Û ABORÎ   Ji hilbijêrên hilbijartina rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an ji sedî 50.8’an gotin dengê xwe dane HDP’ê, ji sedî 22.5’an dan AKP’ê û ji sedî 5.7’an jî dengê xwe dane CHP’ê.    Li ser pirsa “di hilbijartina rêveberiyên herêmî yên dema pêş de divê çi polîtîkayên partiyên siyasî hebin”; ji beşdaran ji sedî 47.4’an got “başkirina derfetên îstîhdamê û pêşxistina aboriyê”. Ji sedî 17.3’yan jî gotin ku divê ji bo pirsgirêka kurd çareserî bên pêşkeşkirin.    RÊYA HERÎ BIBANDOR: HEVDÎTINA RÛ BI RÛ   Ji beşdaran ji sedî 51.5’an diyar kirin ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bandora herî mezin peywendî û hevdîtinên rû bi rû ne. Ji sedî 16.4’an jî gotin “baş bi kar anîna medya û platformên dijîtal e.” Ji sedî 15.9’an gotin bi civînên li tax û semtan dê têkiliya bi hilbijêran re xurt bike. Ji sedî 13.8’an jî weke mitîng diyar kirin.    PIRSA HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ   Ji beşdaran ji sedî 50,6’an gotin ku dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2024’an de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji sedî 17.2’yan gotin AKP û ji sedî 7.2’yan jî gotin dê dengê xwe bidin CHP’ê.    PARTIYÊN DENGÊ WAN KÊM DIBIN   HDP’ê di hilbijartinên giştî yên 2018’an de ji sedî 51.1 deng wergirtibû û ev rêjeye di hilbijartinên  rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an de daket 50.8’an û di hilbijartinên 2023’yan de jî daket ji sedî jî bû ji sedî 51.    Dema li hilbijartinên giştî tê nihêrtin, dengê AKP’ê ji sedî 5 daketiye.  Piştgiriya ji bo CHP’ê jî ji sedî 14.2’yan daket ji sedî 7.2’yan.    PARTIYA ÇEPÊN KESK DENGÊN XWE DIPARÊZE   Di lêkolînê de ji beşdaran pirsa “we di hilbijartina dawî de dengê xwe da kîjan partiyê û hûn dê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de bidin kîjan partiyê” hate kirin. Ji hilbijêrên AKP’î ji sedî 79.7’an gotin dîsa AKP; ji sedî 89.3’yê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk gotin dê dîsa deng bidin Partiya Çepên Kesk. Ji sedî 2.5’î hilbijêrên Partiya Çepên Kesk jî gotin dê dengê xwe bidin CHP’ê.    Ji sedî 38.9’ê hilbijêrên CHP’î gotin dê dengê xwe dîsa bidin CHP’ê û ji sedî 19.5 jî gotin dê dengê xwe bidin HDP’ê.    MEYLA HILBIJÊRAN   Li gorî lêkolînê; Partiya Çepên Kesk dengên xwe hêj diparêze û ji sedî 15.4’ê hilbijêran meyla wan li ser Partiya Çepên Kesk e, AKP ji sedî 80’ê dengên xwe diparêze lê hilbijêrên wê dudil in, CHP jî dengê xwe winda dike.    STRATEJIYEKE ÇAWA?    Di lêkolînê de pirsa “gelo divê stratejiya partiya we çi be” hate kirin. Piraniya hilbijêrên hemû partiyan gotin; “Divê li ser mijarên herêmî bisekinin.” Ji sedî 23.8’ê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk gotin; “Divê bi gel re hevdîtinê bikin.”    ÇAWA NÊZÎ TIFAQAN DIBIN?    Ji sedî 50.2’yê hilbijêrên AKP’î erênî nêzî tifaqa bi partiyên din re dibin. Ji hilbijêrên Partiya Çepên Kesk ji sedî 39.8 erênî û ji sedî 30.5 jî neyînî nêz dibin. Ji sedî 35.3’yê hilbijêrên CHP’ê neyînî nêz dibin.    DAXWAZÊN HILBIJÊRAN    Ji sedî 35.6’ê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk gotin ku “Divê di pêvajoyên biryardayînê de bila bêhtir welatî bên tevlikirin.” Ji sedî 39,3’yan gotin; “Bila pêşniyar û daxwazên gelê herêmê bên guhdarîkirin.”    MA / Dîren Yurtsever