Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin 2023-10-09 14:26:03   RIHA - Di lêpirsîna navenda wê Rihayê de 36 hemwelatiyên Rojava û Sûriyeyê hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan. Her 36 welatî jî bêyî sedemek were nîşandan û biryarek hatibe dayîn hatin dersînorkirin.    Piştî çalakiya li Enqereyê, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di 3’yê cotmehê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Amed, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Kayserî, Isparta, Balikesîr, Stenbol, Antalya, Edene, Bursa, Kocaelî û Amasyayê bi ser malan de hate girtin û 55 kes hatin binçavkirin. Ji kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin tawanbarkirin 4 jê piştî îfadeya li emniyetê di 5’ê cotmehê de hatin berdan. 51 kes jî di 6’ê cotmehê de sewqî edliyeyê haitn kirin. Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin 32 jê piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û 19 kes jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî 4’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Rihayê hatin kirin. Ji 19 kesan 18 jê hatin girtin.    BIRIN GGM’Ê    36 welatiyên Rojava û Sûriyeyê jî piştî îfadeyên li emniyet û dozgeriyê hatin berdan û şandin Navenda Paşveşandinê  (GGM) ya girêdayî Îdareya Koçberiyê ya Rihayê. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de derheqê “Saziya Ewlekariya Leşkerî” de pirs ji penaberan hatine kirin, xwestin kesên di nava wê saziyê de teşhîs bikin û navnîşanên wan jê hatin xwestin.    ‘BIRYAR TUNE YE, FIKARÊN ME HENE’   Hat zanîn ku tevahiya penaberên birin GGM’ê hatine dersînorkirin. Piştî ku parêzeran ji bo rewşa miwekîlên xwe serî li GGM’ê dan hîn bûn ku hatine dersînorkirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqasnên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Îbrahîm Oyke ku miwekîlê wî jî hatiye dersînorkirin got ku GGM’ê tu agahî bi wan re parve nekiriye û ev tişt anî ziman: “Em nizanin ka kengî hatine şandin, şandine ku derê û bingeha biryara şandinê çi ye. Heta ji me gelekan xwe negihandin hejmara lêpirsînên miwekîlê xwe jî. Tu bryarên Îdareya Koçberiyê ya Bajar nînin. Fikarên me hene.”