Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan 2023-10-09 16:09:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê di encama êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane. Rêveberiya Xweser 3 roj şîna neteweyî ragihand.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa dewleta tirk de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dane. Rêveberiya Xweser da zanîn ku di encama êrişa li dijî navenda asayîşê ya Dêrikê de 28 kes jî birîndar bûne. Rêveberiya Xweser 3 roj şîna neteweyî ragihand.