Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan 2023-10-09 20:38:02   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê bîlançoya roja 4′an a êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkera kir.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 4′an a êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir.   Daxuyanî wiha ye:   "Dewleta Tirka  dagirker di roj 4′an de êrişên xwe yên xedar li ser deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kir. Di êrişan de balafirên şer û çekên giran bi kar tîne. Di encama êrişan de birîndar çêbûn û xisra gihaştin navendên girîng û binsaziyê.   Bîlançoya roja 4′emîn a êrişan wiha ye:   - Hejmara êrişên bi guleyên obus û hawnan: 31   -Hejmara êrişên bi balafirên şer: 2   -Hejmra topên ketine: 55 gule, di nav de 29 guleyên obusên giran in   -Hejmara êrişên bi çeka doçkayê: 1   -Hejmara nuqteyên leşkerî yên hatine hedefkirin: 3   -Hejmara sivîlên birîndar: 1   -Hejmara avahiyên hatine hedefkirin: Depoyeke petrolê   Hûrguliyên êrişê wiha ne:   Bajarê Dêrikê û gundewarê wê;   Saet di 18:00′an de, dewleta Tirk a dagirker gundê Gerdemiyê yê li ser sînor ê girêdayê bajarê Dêrikê bi 7 topên hawnan û gundê Eyn Dîwan bi 10 topên hawnan topbaran kir. Top li zeviyekî çandiniyê ketin û zerar çênebûn.   Saet di 22:30′an de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Akademiya Şehîd Nesrîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Hemze Beg (15 dikeve başûrê Dêrikê) bombebaran kir. Di encamê de hejmareke endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd û birîndar bûn.   Bajarê Minbic û gundewarê wê;   Saet di 23:15′an de, dewleta Tirk a dagirker eniyên pêşîn li gundên Seyda, Hoşeriyê, Toxar, Qurtwêran, Ewn Dadat û Um Cilûdî yên Minbicê bi 13 topên obusên giran û hawanan topbaran kirin, ziyan çênebûn.   Bajarokê Eyn Îsa û gundewarê wê;   Saet di 22:49′an de, dewleta Tirk a dagirker malên sivîlên bajarokê Eyn Îsayê bi topên obusên giran topbaran kirin.   Saet di 22:49′an de, dewleta Tirk a dagirker bi topên hawnan êrişî malên sivîlên li gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê kir.   Saet di 23:00′an de, dewleta Tirk a dagirker bi çeka doçkayê kampa Eyn Îsayê kir hedef.   Saet di 22:42′an de, dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên me yên li eniya Eyn Îsayê bi 4 topên hawnan û 3 topên obusên giran topbaran kirin.   Saet di 21:45′an de, dewleta Tirk a dagirker bi topên obusan ev gund topbaran kirin:   Gundê Hoşan bi 4 topên obusan.   Gundê Xalidiyê bi 2 topên obusan.   Nuqteyek leşkerî bi 4 topên obusan,   Bajarê Kobanê û gundewarê wê;   Saet di 22:30′an de, dewleta Tirk a dagirker gundên Xerbisan û Cîşan bi 4 topên obusên giran topbaran kirin.   Saet di 22:15′an de dewleta Tirk a dagirker gundên rojavayê Kobanê topbaran kirin. Gundên hatine topbarankirin ev in:   Gundê Til Şeîr bi topeke hawnê.   Gundê Selîm bi topeke hawnê.   Gundê Xerxerî bi topeke hawnê.   Gundê Celaxî jî bi topeke hawnê.   Saet di 23:00′an de, deweleta Tirk a dagirker gundê Zormexar bi topeke hawnê topbaran kir.   Di topbarana li ser gundên Kobanê de jî ziyan çênebûn.   Bajarê Qamişlo û gundewarê wê;   Saet di 22:27′an de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker depoya petrolê ya 3 km dikeve başurê bajarokê Tirbespiyê bombebaran kir. Di encamê de sivîlek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.   Saet di 22:35′an de, dewleta Tirk a dagirker bi topên hawnan gundê Til Zîwan ê navbera gundên Til Kêf û Doban (6 km dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê) topbaran kir. Top li zeviyên çandiniyê ketin.   Saet di 00:35′an de, dewleta Tirk a dagirker gundê Herem Şêx (11 km dikeve rojavayê bajarê Qamişlo) bi hawnan topbaran kir, ziyan çênebûn.   Bajarê Amûdê û gundewarê wê;   Saet di 23:30′an de, dewleta Tirk a dagirker bajarokê Zirganê, gundên Mişêrfê, Til Hermel û Rebîat bi hawanan topbaran kirin, ziyan çênebûn."