Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin 2023-10-09 21:13:53   COLEMÊRG - Li Geverê di 6'ê Cotmehê de 13 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Bariş Ozçukê 16 salî û 3 ciwan hatin girtin.    Di 6'ê Cotmehê de li navçeya Gever a Colemêrgê polîsan avêt ser gelek malan. Di avêtinên ser malan de yên navenda wan Colemêrgê li Wan, Meletî, Êlih û Stenbolê “Bahtiyar Bor, Vedat Ozeken, Savaş Akdoğan, Ugur Şedal, Yasin Akdag, Mehmet Emin Ozer, Agit Koca, Serhat Aşkan, Îsa Terzioglu, Serhat Kurt, Bariş Ozçuk, Şervan Bor û Riza Demir” bi îdiayên "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxoistinê" hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin rastî muameleyeke xirab hatine. -   Ji ciwanên li Midûriyeta Polîsan a Geverê di binçavan de Riza Demîr, Agit Koca, Bahtiyar Bor, Serhat Aşkan û Mehmet Emin Ozer piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan û 8 ciwanên din jî sewqî dozgeriyê hatin kirin.    Vedat Ozeken, Bariş Ozçuk, Şervan Bor û İsa Terzioğlu ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê û Ugur Şedal, Savaş Akdogan û Serhat Kurt jî bi daxwaza şertê kontrolkirina edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin.    Dadgeriyê Savaş Akdogan, Serhat Kurt û Ûgûr ŞEdal bi şertê kontrolkirina edlî berdan û Vedat Ozeken, Bariş Ozçuk, Îsa Terzîoglû û Şervan Bor jî bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" girtin.    Ji kesên hatin girtin Bariş Ozçuk 16 salî ye.