Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin 2023-10-09 23:00:20   ÎZMÎR - Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP'ê ya Bûcayê Nîhat Turk ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Li Îzmîrê di 6'ê Cotmehê de di avêtina ser malan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Hevserokê HDP'a Bûcayê Nîhat Turk hatibûn binçavkirin. Îro her sê hevserok piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê her sê kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Îzmîrê jî bi îdiaya "endmatiya rêxistinê" her sê hevserok girtin.    Girtina hevserokan li korîdorên edliyeyê bi çepik û tilîliyan hat şermezarkirin.