104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-10-10 09:15:17   AMED - Li Amedê ji 105 kesên dema protestoyên 9’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, 104 kes hatin berdan.    Komploya navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û 31 meh in agahî jê nayên girtin duh li Amedê hate şermezarkirin. Di dema şermezarkirinê de Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat di nav de 105 kes hatibûn binçavkirin. Derbarê kesên hatibûn binçavkirin de ji sûcê “Li dijî Qanûna Meş, Xwepêşandan û civînan a bi Hejmara 2911’an derketine”kirarî hatin kirin. 104 kesên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên miduriyeta polîsan hatin berdan. Dema binçavkirina kesekî jî hate dirêjkirin.    Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Selahattîn Eyubiyê hatin berdan, ji aliyên parlamenterên Partiya Çepên Kesk, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin.