Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e 2023-10-10 13:55:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser ku di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya ji aliyê dewleta tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê ve hatin dagirkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca wan a stratejîk e û jêveneger e.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê salvegera 4`an a êrişa dagirkeriyê ya dewleta tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê ya li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê xwe de îşaret bi binpêkirin û qirkirina li herêmên dagirkirî hate kirin û hate gotin: “Qirkirin û sûcên Ii herêmên dagirkirî pêk tên, sûcên herî hovane ne û binpêkirina herî mezin a pîvan û nirxên exlaqî û wijdanî û hevpeymanên navneteweyî ye. Siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya çavên cîhanê tê meşandin. Serêkaniyê û Girê Spî di encama lihevkirinên rêveberiya berê ya Amerîkayê û Erdogan û bêdengiya navneteweyî de hatin dagirkirin. Efrîn jî bi heman rengî bû. Ev dagirkirî, koçberî û êş encama van lihevkirin û siyasetan e.”   Rêveberiya Xweser bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta tirk rexne kir û hat gotin: “Tirkiye heman siyasetê, êriş û qirkirinê li dijî herêmên me dimeşîne. Ew hêza xwe ji bêdengiya navneteweyî digire. Mixabin, sûc û wêraniya ku niha ji aliyê rejîma faşîst ve tê kirin, berdewama wan siyasetên mêtingeriyê ye. Atmosfera siyasî zemînê ji êrişan re çêdike.”   Di dewama daxuyaniyê de daxwaza darizandina çete û rayedarên tirk ji ber sûcên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Her wiha hat diyarkirin ku vebijêrka rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî, vebijêrkeke stratejîk û jêneveger e û dê hemû derfetên xwe li hember siyaseta qirkirin û dagirkirinê seferber bike.   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên aktîf ên li Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên hiqûqî û mirovî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê hat kirin ku rewşa herêmên dagirkerî û kiryarên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh nekin.