OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin 2023-10-10 14:36:18   RIHA - Hevberdevkê Lijneya Şopandina Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Serhat Kurt da zanîn ku li du girtîgehên cuda înfaza 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatine taloqkirin û bang li CPT, Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê kir ku bi peywira xwe rabin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê rapora xwe ya têkildarî taloqkirina înfaza 11 girtiyên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Rihayê eşkere kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Hevberdevkê Lijneya Şopandina Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Serhat Kurt di daxuyaniyê de axivî. Kurt, da zanîn ku înfazên girtiyên bi navên Enver Kanmaz, Serhat Bulut, Hîdayet Duger, Ahmet Yilmaz û Abdulselam Demîr ên li girtîgehên hejmar 1 û hejmar 2 yên Rihayê tên ragirtin bi hinceta cezayên disiplînê bi awayekî keyfî hatine taloqkirin; înfazên girtiyên bi navên Îsmaîl Hakki Tursun, Mûstafa Mak, Nûrûllah Tutal, Muhammed Ahmet Îsa, Hayat Omer û Suleyman Devîr jî ji ber hincetên keyfî yên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê herî kêm ji bo 6 mehan hatine taloqkirin.    MEKANÎZMAYEKE VENIHÊRÎNÊ NÎNE   Bi domdarî Kurt ev tişt anî ziman: “Lijneyên behsa xeberê, poşmantî û rewşên hestiyarî weke sedema taloqkirina înfazê nîşan dane. Li gel poşmantiyê, pirsên têkildarî bê ka di tevahiya dema girtîbûna xwe de li gorî qeydên girtîgehê tevgeriyane yan na, mafên xwe bi inyeteke baş bi kar anîne yan na û hwd. tên pirsîn. Li gorî bersivan jî biryarê didin. Li van girtîgehên behsa xeberê pirsên derhiqûqî tên kirin, tiştên şexsî yên taybet tên pirsîn û cezayên disipllînê li girtiyan tên birîn. Her wiha mekanîzmayeke ku pirsên ji girtiyan tên kirin û biryarên tên dayîn kontrol bike nîne.    RAYEYÊN BÊDAWÎ YÊN LIJNEYA ÇAVDÊRIYÊ   Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi awayekî derhiqûqî bi rayeyên nû hate xurtkirin. Bi vê yekê re rêveberiyên girtîgehan li dijî girtiyan bi awayekî keyfî tevdigerin. Her tim biryara dirêjkirina sepanên derheqê girtiyan de, êdî asta îşkenceyê derbas dike. Divê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê li dijî van binpêkirinên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê li bepirsyartiya xwe rabin.”