Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn 2023-10-10 14:57:03   STENBOL - Di danişîna doza têkildarî kuştina Erhan Eser ê bi guleya polîsan li Stenbolê hate qetilkirin hatiye vekirin de, daxwaza girtina polîsê bersûc nehate qebûlkirin û ji ber guherîna dozger tu biryar nehate dayîn.    Di 28’ê Adarê de li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê, polîsan ciwanê kurd Erhan Eser ê 23 salî bi hêceta hişyariya “bisekine” guhdar nekiriye bi guleyê qetilkiribûn. Danişîna 4’emîn a doza derbarê polîs Hamdî Karaca de hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hate lidarxistin. Dayika Eser, Rûkiye Eser û bavê wî Ahmet Eser û parêzerên wî di danişînê de amade bûn.    Dayik û bavên Eser xwestin ku polîs bê cezakirin. Parêzerê malbata Eser Rezzan Gezer diyar kir ku bûyer biqestî hatiye kirin û xwest bi faîl ji sûcê “kuştina bizanebûn” bê cezakirin. Parêzera malbatê Nagehan Avçil jî da zanîn ku polîs tev li komkukirina delîlên polîsê bersûc bûne û delîl ji holê rakirine. Parêzerên din jî xwestin polîsê bersûc bê girtin û cezakirin.    Bersûc Karaca beyanên xwe yên beriya niha dûbare kirin û daxwaza beraeta xwe kir.    BIRYAR DERNEKET    Dozger, xwest ku şerta kontrola edlî ya derbarê bersûc de berdewam bike. Dadgeha, daxwaza dozger qebûl kir, daxwaza girtina bersûc red kir. Ji ber guherîna dozger di vê danişînê de biryar derneket. Dadgehê danişîn taloqî 29’ê mijdarê kir.