Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye 2023-10-10 15:20:55   ENQERE - Siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de wiha got: “Rêbaza çareseriyê; guftûgo û muzakere ne. Nifte; avêtina gavên di asta destûra bingehîn de yên ji bo pêkvejiyaneke bi dilxwazî yên li ser esasên wekhevî, azad û adilane.”    Rûniştina duyemîn a danişîna 36’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Hinek siyasetmedarên li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Hinek siyasetmedar ji girtîgehên lê tên ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Li gel parlamenterên Partiya Çepên Kesk, her wiha endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî tev li danişînê bûn.   BAL KIŞAND SER 10’Ê COTMEHÊ    Girtiya siyasî Ayla Akat Ata parastina xwe ya duh nîvco domand. Ata, bi bîr xist ku salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gar a Enqereyê ye û wiha got: “Faîlên komkujiyê hêj jî nehatine girtin. Ev pergal dê rojekê biguhere û faîlên vê komkujiyê derkevin holê. Îro divê ew kes bihatina darizandin lê hûn kesên li dijî wan niha didarizînin. Em ê bi rûmeta xwe di dîrokê de cih bigirin.”    KURDISTAN VEGOT   Bi domdarî Ata got ku di mutalaayê de têgeha “qaşo gel” hatiye bikaranîn û diyar kir ku gelê kurd heye û li Kurdistanê dijî. Ata, da zanîn ku peyva Kurdistanê di serdema Împaratoriya Selçukiyan de hatiye bikaranîn û Suleyman Şah li Kurdistanê hatiye tayînkirin. Ata, bi bîr xist ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Sûriyeyê de dewleta tirk bi YPG’ê re operasyoneke hevpar li dar xistine û ev turbeye veguhestine Eşmeyê. Ata, bal kişand ser agahî û belgeyên têkildarî erdnîgariya Kurdistanê.    Ata, parastina xwe wiha domand: “Gelemperiya kurdên di Împaratoriya Osmaniyan de dijiyan, di navbera Çemê Firatê û sînorê Îranê de dijîn. Ev herêm di serdema Yavuz û Kanûnî de hatine fethkirin. Piştî bidestxistina herêmê, Osmaniyan li çendek deverên vê herêmê pergaleke rêveberiyê yê cuda da meşandin. Ev pergal bi kurtasî ev e; hinek senceq li beramberî dilsoziya wan radestî begên kurdan hatin kirin. Van began bi salan ev herêm birêve birin û endamên malbatên biçûk bûn. Hêza xwe jî ji eşîrên kurd ên koçber û çekdar digirin. Rêveberiya osmanî begên ku dixwest ji nifûza wan sûdê bigire kişand cem xwe û bi vî awayî li seranserî sînor li dijî Îranê xeteke parastinê ava kir. Ev pergala rêvebirinê û usûla klasîk a Osmaniya heta Serdema Tazmînatê berdewam kir.”    SÎNORÊN SÛNÎ   Ata, bal kişand ser qeydên Evliya Çelebî yên têkildarî Kurd û Kurdistanê û wiha pê de çû: “Em niha nikarin qala têgeha eyaletê bikin. Niha di rêziknameya gelek partiyên siyasî de daxwaza federasyon û eyaletan heye. Lê em nikarin daxwazeke wiha bikin. Daxwaza me ya xweseriyê hebû. Ji ber van daxwazan li dijî partiyên din tu êrişek çênabe. Lê ji bo wan a pirsgirêk ew e ya ku îxtîmala pêkhatina wê heye. Pêşniyara me ye. Gel, em birin parlamentoyê. Kesên me îro didarizînin, îro vê rastiya civakî dibînin.    Di serdema ku ev herêm di bin rêveberiya kurdan de navendê rêveber tayîn dikir. Heman mantiq îro bi tayînkirina qeyûman tê domandin. Ev yek, darbeya sivîl e. Bila kesên navên wan walî û qeymeqam jî vê baş bibihîzin... Berjewendiyên ji xwediyên îktîdarê bi dest dixin, bêhizûriya di nava gel de jî ji wê cuda nîne. Temamiya nasnameyên ji hêla civakê ve dihatin qebûlkirin kirin hedef.    Gelên li ser sînor dijîn her tim di nava pevçûnan de dimînin. Bi guherîna teknolojiyê re êdî sînor ji holê rabûn. Sînorên hatine xêzkirin êdî li dijî nasnameyên hevpar – nîjad, ziman, ol û bawerî- li ser kaxizê dimînin. Lê kesên di nava sînoran de dijîn jî nake yek. Di çarçoveya vê rastiyê de sînorên bi Qesra Şirîn û Lozanê hatin xêzkirin, li erdnîgariya gelên Kurdistanê lê dijîn weke pirsgirêkekê disekine. Ev erdnîgarî her tim bala hêzên hegemon kişandiye. Lewma pirsgirêkên gelên Kurdistanê ku li çar parçeyan hatine dabeşkirin pirsgirêkên navneteweyî ne.    PLANA INGILÎZAN   Kesên vê tespîtê dikin tên darizandin. Li cem Îran, Iraq, Rûsya û Ingilistanê derheqê kurdan de belge hene. Erdnîgariya Kurdistanê beriya Şerê Yekemîn ê Cîhanê bala hêzên mezin kişand. Sedema vê ya esasî jî petrol e. Kurdistan jî li vê herêmê ye û ji ber dewlemendî û stratejîkbûna xwe ji bo van dewletan xwedî cihekî taybet e. Ingilîzan herêma kurdan ji bo xwe weke herêmeke tampon didîtin. Plana wan ev bû.    BERTEKA LI DIJÎ ÊRIŞAN   Yek ji sedemên vekirina Doza Kobanê jî geşedanên li Sûriyeyê bû. Gelo dê kesên li ser ekranên TV’yan nefretê pêş dixin dê bên darizandin? Divê ew jî ji 302’yan bên darizandin. Bêyî ku bibêjin bê ka kurdên li vî welatî dê çi bifikirin, bi rehetî diaxivin. Salih Muslim hate vê derê, hûn pê re rûniştin û axivîn. Ji her kesî baştir hûn dizanin ku gef nîne. Baş e lê civaka Tirkiyeyê çawa tê xapandin? Em ê sînorên hatine xêzkirin çawa derbas bikin.    Êrişî Efrînê kirin û dagir kirin. Îcar navê ‘Şaxê zeytûnê’ li operasyonê kirin. Gelê Efrînê ji wir hate derxistin û çete lê bicih kirin. Van çeteyan zeytûnên gel dizîn û firotin. Ev zeytîn li Dîlok û Rihayê tên firotin. Gelo qet difikirin bê ka kurdên vî welatî çi difikirin? Dê zarokên me van xerabiyên tên kirin bêhtir bijîn.    ÇARESERÎ: GUFTÛGO Û MUZAKERE NE    Hûn ji kîjan partiyê bipirsin dê îdia bikin ku tişta herî baş ew ji bo Tirkiyeyê dixwazin. Serokkomkarê çendek roj berê qala ‘komara demokratîk’ kir. Lê dema em dibêjin tên darizandin. Lê dîroka me ya hevpar nexşerêyê pêşkeşî me dike. Ji bo vê divê mirov lê binêre, fêm bike û encamekî jê derîne. Divê di sedsala komarê de ev komar bibe xwedî karekterekî demokratîk. Ev yek jî bi biryarên wêrek û bibiryar dibe. Rêbaza çareseriyê; guftûgo û muzakere ne. Nifte; avêtina gavên di asta destûra bingehîn de yên ji bo pêkvejiyaneke bi dilxwazî yên li ser esasên wekhevî, azad û adilane.”    Dadgehê navbera nîvro da.