HSD: 4 leşker hatin kuştin 2023-10-10 16:50:05 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê da zanîn ku hêzên wan li çoltarê navçeya Zirganê baregehên leşkerî yên dewleta tirk hedef girtine û di çalakiyan de 4 leşker hatine kuştin.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundên navçeya Zirganê ya li bakurê Hesekê baregehên dewleta tirk hedef girtine. HSD’ê diyar kir ku hêzên wan di 9’ê cotmehê de baregehên dewleta tirk ên li gundên Um Şeîfe, Bab El Ferec, Til Mihemed, Dawûdiyê û Ebd El Hey ên Zirganê 38 caran hedef girtine. HSD’ê, ragihand ku di çalakiyan de 4 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi hejmara dawî re hejmara leşkerên dewleta tirk ên di çalakiyên wan de hatine kuştin derketiye 15’an.    Her wiha bîlançoya dewleta tirk jî hate derewandin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Dewleta tirk îdia dike ku di encama êrişên xwe yên bi balafirên biçek û bêmirov û balafirên şer de 162 şervanên me şehîd kirine û 194 hedef jî îmha kirine. Ev îdia, îdiayên bêbingeh in û dibêjin ku deverên hedef hatine girtin, jîngeh in û saziyên xizmetê ne.”    HSD’ê da zanîn ku di encama êrişa dewleta tirk a li dijî navenda perwerdeyê de 11 jê sivîl û yên din jî endamên Akademiya Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi giştî 45 kesan jiyana xwe ji dest dane.