Leşkeran goristan rûxandin 2023-10-11 09:04:31   ŞIRNEX - Goristana Şehîd Rojhat Belûzerî ya li herêma Besta ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hate rûxandin.   Li Kurdistanê di encama polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê de êrişên li ser nirxên gelê kurd hatine destpêkirin didomin. Di encama van polîtîkayan de heta niha bi dehan gor hatin xerakirin û cenaze di qutî û torbeyan de radestî malbatan hatine kirin.    Di sala 2020’an de cenazeyê endamê HPG'ê Agît Îpek ku di sala 2017'an de li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, bi kargoyê ji malbata wî re hat şandin. Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve ya 2'yê kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest da, piştî 7 salan di 29'ê tebaxê de di torbeyekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hat kirin. Hestiyên endamê HPG'ê Yilmaz Ûzûn ku di sala 2020'an de li Sêrtê di êrişa hewayî de tevî 5 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de radestî malbata wî hat kirin. Kincên şewitî û perçebûyî yên keça dayika Taybet Înan, Heznî Înan a ku di dema qedexeyên derketina derva yên Cizîrê de di jêrzemînan de hat qetilkirin, piştî 8 salan radestî malbata wê hatin kirin.   ÊRIŞ BIRIN SER GORISTANÊ   Li gel van kirinan êrişên li ser goristanan jî didomin. Leşkerên li herêma Bestayê derketin operasyonê, Goristana Şehîd Rojhat Belûzerî ya li gundê Xirbê Bestê ku 60 gor tê de hene xera kirin û kêlên wan şikandin. Di dîmenan de xuya dike ku tu gor nemane û tevek hatine xerakirin.    Ji aliyê şêniyên herêmê ve hat ragihandin ku beriya niha ji aliyê leşkeran ve di goristanê de dînamît hatine teqandin. Ji ber herêma ku goristan lê ye qedexe ye, malbat bi salan e nikarin biçin gorên zarokên xwe ziyaret bikin.    Her wiha li herêma ku goristan lê hatiye texrîbkirin bi salan e ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.