Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e! 2023-10-11 09:05:29 ŞIRNEX - Şaredariya Hezexê ku 8 sal in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, heta niha pirsgirêkeke gel jî çareser nekiriye. Hevşaredara navçeyê Songul Erden ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin diyar kir ku qeyûm deskeftiyên jinan hedef girt, tundiya li ser jinan zêde bû û navçe ji jinan re kirin girtîgeh.  Hikûmeta AKP-MHP'ê di çarçoveya polîtîkaya desteserkirina îradeya gel de di sala 2019'an de qeyûm tayînî 59 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. HDP'ê di hilbijartina xwecihî yên 2019'an de 3 Şaredariyên Bajarê Mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok û bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn. Lê li gel tayinkirina qeyûman a şaredariyan 4 jê navçe û 2 jê bajarok tenê 6 şaredarî di dest partiyê de man. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan polîtîkayên wan jî ketin meriyetê. Bi tayînkirina qeyûman, nelirêtî û gendelî di şaredariyan de gihişt asta herî jor û ji bo xizmeta gel jî xebateke berbiçav nehat kirin. Yek ji van şaredariyan jî şaredariya navçeya Hezex a Şirnexê ye.    Şaredariya Hezexê di sala 2016'an de jî ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin. Navçeya Hezexê ji 5 tax, 2 bajarok, 64 gund û 24 gundan pêk tê. Li navçeya Hezexê ku nifûsa wê 76 hezar û 502 ye, HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 2019'an de 8 hezar 275 deng standin û şaredarî bi dest xist. Lê belê şaredariya Hezexê ji aliyê desthilata AKP'ê ve di 13'ê mijdara 2019'an de hate desteserkirin. Şaredariya ku di pênc salan de sê qeyûm guherandin bi heman hişmendiyê ve hat birêvebirin. Li Hezexê heta niha ji pirsgirêkên gel re tu çareserî nehat ditîn û navçe terkî qederexa xwe hat kirin.    Li navçeyê pêdiviya sereke ya gel av e lê ev pêdiviya wan nehat pêşwazîkirin û gel mehkûmî bêaviyê hat kirin. Gelê ku her sal di demsala havîn û zivistanê de bi van pirsgirêkan re rû bi rû dimîne jî ji bo çareseriya pirsgirêka wan avê tiştek nehat kirin.    Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin der barê pêkanînên qeyûm de axivîn.    'ŞAREDARÎ BÛBÛ QEREQOLA POLÎS Û LEŞKERAN'   Songul Erden diyar kir ku di van pênc salan de tu pirsgirêkên jinan nehatine çareserkirin û got ku li gel tayinkirina qeyûm, li navçeyê tundiya li ser jinan gihişt asta herî jor û wiha axivî: "Şaredarî mala gel e. Dema ku me di hilbijartinên 2019'an de şaredariyê bi dest xist û em çûn şaredariyê me li beramberî xwe qereqolek dît. Di şaredariyê de tenê mêr hebûn. Ew jî leşker û polîs bûn. Şaredariya gel wiha dihat birêvebirin. Şaredarî bûbû wargeha polîs û leşkeran. Şaredarî bi hişmendiya mêrî dihat birêvebirin. Dema ku me şaredariyê qezenc kir, hem gelê me gelek keyfxweş bû hem jî me soz dabû ku em ê weke daxwaza gel bi rê ve bibin. Piştî ku em çûn şaredariyê dayikên me, jinên ciwan her roj di civata me de bûn. Şaredarî weke mala xwe dîtin. Tenê rojekê jî em tenê nehiştin. Me guh li hemû pirsgirêkên wan dikir û bi qasî ku ji destê me dihat me alikariya wan dikir."   PROJEYÊN WAN ÊN JI BO JINAN   Bi domdarî Erden bal kişand ser projeyên ku wan di qada jinê de danîbûn pêşiya xwe û ev tişt got: "Di qada jinan de projeyên me hebûn. Bi taybetî jî me dixwest ku ji jinan re qadan vekin. Li Hezexê 8 parkên me hene û me got em ê yek ji wan bikin parqa jinan. Ji bo ku jin bikaribin her saetê tê de rûnin me xebateke wiha dabû pêşiya xwe. Lê mixabin çênebû. Navendên me yên Çand û Hûnerê hebûn. Navenda me ya jinê hebû. Lê dema ku qeyûm tayinî şaredariyê kirin yekem hedefa wan bû desteserkirina deskeftiyên jinan. Çi pirsgirêkên jinan hebûna dihatin serî li me didan û em dibûn alîkar. Mala jinan hebû. Di sala 2019'an de me gelek proje dabûn pêşiya xwe. Me digot em ê midûriyeta Polîtîkayên Jinan vekirin. Xebata me ya esas û ya sereke dê ew ba. Ji xwe di şaredariyê de jin nebûn. Tenê personelek hebû û ew jî ya îmarê bû. Me got em ê nîvê şaredariyê bikin jin. Ji bo çi? Ji bo ku em pîçek jî be bikaribin vê hişmendiyê biguherînin. Zabitayên me hebûn û her çar jî mêr bûn. Me dixwest ku em sê ji wan bikin jin. Tu otobûsên me hebûn me digot em ê ajokareke jin bînin. Me pîranî bala xwe da xebatên jinan. Hezex civakeke serdeste. Ji ber wê me got em ê di şaredariyê de pîranî cih bidin jinan. Me dixwest di navendên xwe yên çandê de jinan bi cih bikin. Me dixwest ku em pirtûkxaneyeke jin vekin. Lêbelê ev projeyên me hemû nîvco man. Em tenê 6 mehan li ser kar man."   DER HEQÊ WÊ DE 10 DOZ HATIN VEKIRIN   Di berdewamê de Erden diyar kir ku qeyûm heta niha tu pryek pirsgirêkeke gel çareser nekiriye û got: "Di van 5 salan de rewşa navçeyê gelek xerab bû. Bi taybetî jî li ser jinên ciwan şereke taybet hat meşandin. Di van pênc salan de jin weke di girtîgehê de bin girtî bûn. Qadên ji wan re hatine vekirin nebûn. Cihê ku biçin lê rûnin nebûn. Qeyûm tenê ne xespkirina şaredariyê ye, xespkirina vîna gelekî ye. Ji ber wê jî qeyûm dema ku tê bandoreke neyînî li ser civakê jî dike. Lêbelê qeyûm li wir tenê biyanîyeke vê navçeyê ye. Ew ê nikare pirsgirêkên vî gelî, dayikên me çareser bikin. Qeyûm hatiye tayinkirin lê gel gazinên xwe ji me dike. Ji ber ku nikare biçe ji qeyûm re bike. Heta niha der heqê min de 10 doz hatine vekirin. Di sala 2021'an de ji ber ku li ser rêveberiyên xwe cihî hevpeyvîn da der heqê min de lêpirsîn vekirin. Lêbelê em bi biryara vî gelî hatine hilbijartin û em ê encax bi daxwaza vî gelî biçin."    'QEYÛM NAVÇE DI BIN DEYNAN DE HIŞT'    Hevşaredar Mûrat Şen jî bi lêv kir ku qeyûm navçeyê di nava deynan de hiştiye û ev tişt anî ziman: "Ji roja desteserkirina şaredariyê heta niha sê qeyûm hatine guhertin. Qeyûmê ewilî li ser navê FETO'yê li bajareke din hate sirgûnkirin. Yê piştî wî jî du salan ma û piştre çû. Her tim gotin em ê riyan çêbikin, pirsgirêka avê çareser bikin lêbelê yê heyî jî xerab kirin û çûn. Riyên kûçe û kolanên ku di dema HDP'ê de hatibûn çêkirin hemû xerab kirin û di bin navê gaza xwezayî de pêşkeşî hevalbendên xwe kirin. Her sal deh caran ev kolan û tax hatin kolandin. Heta ku berê xwe dan bax û baxçeyên gel jî. Kesên ku li gorî derfetên xwe bîreke avê kolandî jî ew jî hatin girtin. Ava ku ji gel re nedihat faturaya avê ji gel re şandin. Çar-pênc mehan av nayê lê faturaya avê dikşînin. Li hemberî gel tu rêz û hûrmeta wan nîne. Heta niha ji bo çareserkirina vê pirsgirêka navçeyê yek tiştek nekirin. Tenê bendê ne peyvira wan bi dawî bibe."   'GELÊ ME DÊ CAREKE DIN BERSIVÊ BIDE WAN'   Şen, bi domdarî got ku niha 8 parkên wan hene û ji van 8 parkan tenê du tên bikaranîn. Şen, axaftina xwe wiha qedand: "Park talan kirin. Qeyûm ne di nava gel de ne. Tenê peyvira wan ew e ku îhale bidin hevalbendên xwe û vî bajarî deyndar bikin. Kevir li ser kevirî nehiştin. Xwe muxatebî gel nabînin. Dayikên me yên ku diçin şaredariyên pirsgirêka xwe ya avê tînin ziman li wan heqeret tê kirin û dibêjin,' hûn çima tên vê derê' hesab jê dipirsin. Piştî tayinkirina qeyûm xwestin ku têkiliya me ya bi gel re qut bikin lêbelê ev daxwaza wan pêk nehat. Em her tim di nava gelê xwe de ne û ew têkiliya me qut nebû. Qeyûm şaredarî talan kir û di bin deynan de hiştiye. Ne du caran ew 50'î caran jî qeyûm biavêjin ser şaredariyê gel dê dev ji vîna xwe bernede. Di 31'ê adarê ev gel careke din bersiva pêwîst bide."    MA / Zeynep Durgut