Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’ 2023-10-11 11:18:45   MÛŞ - Înan Demîr ku ji ber tevlibûna merasîma definkirina cenazeyê Mîr Perwer tê darizandin, diyar kir ku dozgerî di danişînê de heqaret li Perwer kiriye û gotiye: “Divê mirov van tevekan bişewitîne.”    Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) di 23’yê kanûna 2022’yan di encama êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîs a Fransayê de hate qetilkirin. Bi hinceta ku tev li merasîma definkirina cenazeyê Mîr Perwer bûne, 12 kes hatibûn girtin. Her 12 kes jî bi îdiaya “ji bo hêzên ewlekariyê peywira xwe nekin li ber xwe dane” hatin girtin û di danişîna 21’ê tîrmehê de hatin berdan.    Doza 12 kesan duh li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Mûşê berdewam kir. Yek ji kesên dihat darizandin jî Înan Demîr e. Demîr, got ku di danişîna duh de dozger heqaret li cenazeyê Perwer kiriye.    DOZGER HEQARET KIR   Demîr, têkildarî danişînê wiha got: “Di danişînê de em 3 kes hebûn. Parêzer, ji ber ku şandeya esasî ya dadgehê tev li danişînê nebû, tev li nebûn. Dema min bersiv dida dadger, dozger her carê diket navberê. Dozger, em tacîz dikir û tehrîk dikir. Ji bo cenazeyê Mîr Perwer  got ‘kelax.’Wê navberê min got; ‘li gotinên xwe hişyar be.’ Wî jî ji min re got; ‘tu ku yî ku vî hedî di xwe de dibînî û ji min re wisa dibêjî.’ Dozger, piştre li dadger nihêrt û got; ‘Ma em ê li van terorîstan guhdarî bikin? Divê mirov van tevan bişewitîne.’”   ‘GIRTEK NEHAT GIRTIN’   Demîr, da zanîn ku di dadgehê de girtek nehatin girtin û li ser UYAP’ê hîn bûn ku danişîna dozê taloqî 28’ê mijdarê hatiye kirin. Demîr, axaftina xwe wiha qedand: “Ji destpêkê heta niha dozger weke dijminê kurdan tevdigere. Şandeya dadgehê serbixwe nîne. Em ê giliyê dozger bikin.”