Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin 2023-10-11 11:47:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdagirtinên malan ên li 9 bajaran de herî kêm 31 kes hatin binçavkirin.    Operasyonên binçavkirinê yên piştî çalakiya 1'ê Cotmehê ku li dijî Wezareta Karên Naxweyî hatibû kirin, berdewam dikin. Wezaretê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku li Riha, Mêrdîn, Wan, Semsûr, Îzmîr, Isparta, Meletî û Manîsayê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “alîkariya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” 27 kes hatine binçavkirin.    LI AMEDÊ 4 BINÇAVKIRIN   Di serdagirtinên malan ên li navçeyên Licê û Bajarê Nû yên Amedê de 4 kes hatin binçavkirin. Li gundê Hêzanê yê bi ser navçeya Licê ve Welat Yalçin û Mûstafa û Yahfûr Çelîk ên birayên hatin binçavkirin. Hat destnîşankirin ku dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Di serdagirtina malê ya li navçeya navendî ya Bajarê Nû de jî endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Nû yê HDP’a yê berê Fûat Yalçin, hate binçavkirin.    Hat destnîşankirin welatî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” tên sûcdarkirin û dozgeriyê biryara "veşartî" daniye ser dosyeya wan.