Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike 2023-10-11 14:04:56   RIHA -  Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku dê derheqê kesên bêyî hincetekî nîşan bidin û ji bo dersînorkirina penaberan belgeyên sexte amade kirin serlêdana sûc bikin.    Navenda Koçberî û Îltîcayê ya Baroya Rihayê têkildarî 36 penaberên sûriyeyî yên ku piştî binçavkirinê hatin dersînorkirin daxuyanî da. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel di daxuyaniyê de axivî û got ku derhiqûqtiyên li Navenda Îdareya Koçberiyê û Paşveşandinê ya Rihayê bi awayekî sîstematîk didomin. Oncel, da zanîn ku parêzer her roj li vê navendê rastî astengkirinên nû tên.    Oncel, diyar kir ku penaberên çavdêriya wan a îdarî bi dawî dibe bi awayekî keyfî li navendên paşveşandinê heta demekî dirêj tên ragirtin û wiha got: “Mîna vê, gelek sepanên din ên derhiqûqî hene. Ji roja hatiye vekirin heta niha li navenda paşveşandinê ya Rihayê tu pergal rûneniştiye. Em her roj bi sepanên nû yên keyfî re rû bi rû dimînin. Ev yek jî her tim di navbera hempîşeyên me û personelên navendê de rê li ber aloziyê vedike. Bi vê yekê hewl didin hevalên parêzer bêzar bikin û nehêlin biyanî xwe bigihînin edaletê. Tevî serlêdanên me jî tu sererastkirin nehatine kirin.”    DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN   Oncel, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber polîtîkayên îktîdara AKP-MHP’ê, sepanên derhiqûqî yên li dijî penaberan zêde dibin. Gelek kesên sûriyeyî yên derheqê wan de biryara dersînorkirinê nehatiye dayîn ku heke hatibe dayîn jî ji bo betalkirina biryarê doz hatiye vekirin, bi awayekî derhiqûqî tên dersînorkirin. Li navendên paşveşandinê bi darê zorê formên Paşveşandina Dilxwazî pê didin îmzekirin. Ev form, bi zimanê wan biyaniyan nîne, têkildarî mafên wan tu agahî pê re nayên parvekirin û encamên hiqûqî jê re nayên vegotin. Yên naxwazin van forman îmze bikin jî rastî tundiya psîkolojîk û fîzîkî tên û bi darê zorê pê didin îmzekirin. Heta îmzeyên wan tên teklîdkirin û form tên tijekirin. Di vê mijarê de delîl di destê me de hene. Em ê di vê mijarê de serlêdana sûc bikin.    NAYÊ QEBÛLIRIN    Bi van sepanan mafê qedexeya miameleya xerab û îşkenceyê tê binpêkirin. Her wiha penaber terkî mirinê tên kirin. Divê Midûriyeta Daîreya Koçberiyê û Navenda Paşveşandinê ya Rihayê tavilê dev ji van sepanên xwe yên derhiqûqî û derwijdanî berde. Weke Baroya Rihayê em ê heta dawiyê piştevaniya xwe ya bi paneber û hempîşeyên xwe re bidomînin.”