Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin 2023-10-11 14:27:19       AMED - Di doza Parlamentera Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû de ji bo rawestandina darizandinê dê li benda bersiva Meclisê bê sekinîn.    Ji ber endamtiya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û Kongreya Jinên Azad (KJA), bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû hatibû vekirin. Danişîna nû ya dozê hate lidarxistin. Doz, di sala 2017’an de hate vekirin û piştî ku biryara cezayê 6 sal û 3 mehan hate xerakirin, doz careke din li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Turkoglû tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Mehdî Ozdemîr di dozê de amade bû.    Ozdemîr, da zanîn ku miwekîla wê di hilbijartinên sala 2023’yan de weke parlamenter hatiye hilbijartin û parêzbendiya wê heye û xwest ku darizandina wê bê sekinandin. Bi domdarî Ozdemîr got ku ji ber biryara qedexeya derketina derveyî welat, miwekîla wî nikare di çarçoveya xebatên qanûnsaziyê de biçe derveyî welat û xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî bên betalkirin.    Şandeya dadgehê daxwaza rawestandina darizandinê û kontrola edlî red kir. Dadgehê biryar da ku ji bo were zanîn bê ka Turkoglû parlamenter e yan na, ji Meclisê re nivîs were nivîsandin û xwe li benda bersiva wê bigirin.    Danişîna dozê taloqî 6’ê kanûnê hate kirin.