Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin 2023-10-11 15:32:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dewleta tirk ên di navbera 4-11 cotmehê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 2 jê zarok bi giştî 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Dewleta tirk ji 4’ê cotmehê heta niha bênavber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrişan de santralên ceyranê, stasyonên av, gaz û petrolê hedef hatin girtin. Di encama êrişan de 2 jê zarok bi tiştî 47 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 59 kesan jî birîndar bûn.     Li gorî nûçeya ANHA’yê, bîlançoya êrişên heta niha wiha ye:    5’ê cotmehê: Di encama êrişên li dijî Kobanê de welatiyên bi navên Ebdurehman Nasan, Gilo Şêx Elî, Ebdurehman Hecî, Huzeyfe Hiso û Îsmaîl Xelîl; di encama êrişa li dijî Hesekê de welatiyên bi navên Ednan Ebdî û Riyad Korekcî û di êrişa li dijî navçeya Tirbespiyê de jî welatiyê bi navê  Mihemed Hisên El Ilêwî jiyana xwe ji dest dan. Di êrişên heman rojê de 8 kes jî birîndar bûn.    5'ê cotmehê: 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dan û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.   6’ê cotmehê: Di êrişê de 7 welatiyên sivîl birîndar bûn.   8’ê cotmehê: Di encama bombebarankirina artêşa dewleta tirk a li dijî Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li herêma Dêrikê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan û 28 jî birîndar bûn.    9’ê cotmehê: Di êrişên dagirkeriyê yên li dijî gundê Mestûr ê navçeya Eyn Îsayê de Nadiya El Eyaş (10) û Elî El Eyaş (9) jiyana xwe ji dest dan.   Artêşa tirk karkerên jin ên li nav zeviyên pembû yên li navçeya Zirganê dixebitîn topbaran kir. Di topbaranê de Rekse Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêne Hemod (20) û zarok Cûmana Hemad birîndar bûn.    10'ê cotmehê: Di encama topbaranên artêşa tirk ên li dijî gundê Xalidiyê yê bejahiya Girê Spî de welatiya bi navê Emşe Hîlal El Bekar (65) jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê Mihemed Xelef El Elî (70) bi giranî birîndar bû.