Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir 2023-10-11 16:18:21   MÊRDÎN - Li gundê Xirbetawê yê Mehsertê cerdevanê bi navê Îsmaîl Yildirim hevjîna xwe Zehra Yildirim qetil kir.    Li gundê Xirbetawê yê bi ser navçeya Mehserta Mêrdînê ve cerdevanê bi navê Îsmaîl Yildirim ê ku li gel hevjîna xwe Zehra Yildirim nîqaş kir, bi sîlehê hevjîna xwe qetil kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer duh pêk hatiye û leşkerên ku çûne cihê bûyerê cerdevan kirine binçavan. Cenaze jî ji bo otopsiyê rakirine nexweşxaneyê û paşê radestî malbatê hatiye kirin.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.