ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-12 09:00:02   * Hevşaredarên li herêma Botanê bertek nîşanî vegûhestina dengên cerdevanan ên li navenda navçeyan dan  û gotin: “Şaredarî ne bi diziyan û bi hîleyan bi vîna gel tê hilbijartin. Dev ji van polîtikayên binpêkirina vîna gel berdin."   * Jinên tev li komxebata rêveberiyên herêmî bûn diyar kirin ku li dijî tundiyê divê li her taxê meclisên jinan, atolyeyên hişyarkirinê û navendên krîzê bên avakirin û ji bo pêşîlêgirtina tundiyê çareseriyên kolektîf bên pêşxistin.    * Dadgeriya Înfazê ya Amedê, girtiyên parastina xwe bi kurdî kirin wekî "dest ji parastinê berdane û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne" hesibandin.   * Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencus diyar kir ku Tirkiyeyê bi destûra DYA'yê êriş birine ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û got ku bi vê armanc sînordarkirina hêza kurdan e, lê belê ev ne pêkan e.    * Li Şirnexê di înşeata nexweşxaneya ku tê payin dê di 2024'an de bê temamkirin, tenê 5 karker dixebitin.    * Dadgeriya Înfazê ya Amedê, girtiyên parastina xwe bi kurdî kirin wekî "dest ji parastinê berdane û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne" hesibandin.   * Francesca Fabozzi ya enternasyonalîst got: "Têkoşîna jinên kurd ji bo têkoşîna jinên enternasyonalîst, mînak e. Gava mirov vê têkoşînê bi erdnîgariyê ve sînordar bike dê kêm bimîne. Ji lew re ev têkoşîn, dê seyra têkoşîna jinên cîhanê diyar bike."    * Poşmantî li Îzzettîn Sevîlgen ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê tê ragirtin û berdana wî 4 caran hate taloqkirin, tê ferzkirin.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan dê têkildarî Doza Kobanê li navenda giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDΠ   * Têkildarî şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (12.30-14.00)   * Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet li navçeya Silopiyayê li dar dixin, dê bi maçên fînalê bi dawî bibe. (18.30 - 21.30)