Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin 2023-10-12 09:07:36   ŞIRNEX - Li Şirnexê di înşeata nexweşxaneya ku tê payîn dê di 2024'an de bê temamkirin, tenê 5 karker dixebitin.    Li nêzî gundê Avgamasiya yê Şirnexê dê Nexweşxaneya Herêmê ya Şirnexê bê çêkirin. Îhaleya ji bo nexweşxaneyê di 10'ê gulana 2022'yan de bi 750 milyon TL'yî hat çêkirin. Lê belê ji ber "ferqa kûra dovîzê" îhale hat betalkirin û îhale di 28'ê tîrmeha 2022'yan de careke din hat çêkirin. Bedêla îhaleya nû milyar û 498 û 28 TL hat diyarkirin. Şîrketa aîdî Alî Acar ku navenda wê Gîresûn e, îhaleyê wergirt. Hîmê nexweşxaneyê di 4'ê çileya 2023'yan de hat avêtin û tê payîn ku di adara 2024'an de bê temamkirin.    Nexweşxane wekî 201 yeknivîn, 130 beşa awarte, 22 emeliyatxane, 20 diyalîz, 15 palyatîf, 30 muşhadeyên lezgîn ên mêan, 30 yê jinan û 20 jî yê zarokan bi giştî 500 nivîn û 153 polîklînk hatiye projekirin. Li nexweşxaneyê ji bo hezar û 160 wesayîtab otopark û pîsta helîkopterê jî cih hatiye diyarkirin.    5 KARKER DIXEBITIN   Çendî 300 roj derbas bûne heya niha tenê hîmê nexweşxaneyê hatiye danîn. Înşeata nexweşxaneyê ku tê payîn di adara 2024'an de bê temamkirin, meha tebaxê û îlonê hat sekinandin. Înşeat di meha îlonê de car din dest pê kir, lê belê hat hînkirin ku tenê 5 karkr dixebitin.    MA / Dilgeş Rûvanas