Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye 2023-10-12 10:00:09   ŞIRNEX - Li gundê Bana yê Basayê ku ev ji du mehan zêdetir e di bin dorpêçê de ye, şeniyên gund 29 roj in nikarin biçin nav baxçeyên xwe.    Di 14’ê îlonê de 5 herêmên navçeya Basa ya Şirnexê ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji bo dema 15 rojan hatibûn qedexekirin. Di nav deverên qedexekirî de gundê Bana yê bi ser navçeya Basayê ve jî heye. Gundê Bana ji du mehan bêtir e di bin dorpêça leşkerî de ye.    Bi dorpêçkirinê re çûna gundiyan a nav bax, baxçe û zeviyên birincê jî hatiye qedexekirin. Her wiha cihên ku pezê gundiyan lê diçêrin jî hatine qedexekirin.    29 ROJ IN NIKARIN BIÇIN NAV BAXÇEYÊN XWE    Her çiqas ji her 15 rojan carekê çûn û hatina li deverên gund bê qedexekirin û qedexe bê rakirin jî lê qet dorpêça li ser gund bi dawî nabe. Gundiyên ku her sal di van rojan de diçin nav zeviyên xwe yên birinc û werza berhevkirina birincê ye ji ber ku qedexeya li ser devera zeviyan didome, nikarin birincên xwe berhev bikin. Tam 29 roj in xelkê gund nikarin biçin ser zevî, bax û baxçeyên xwe.    RAPOR HATIBÛ AMADEKIRIN   Hêjayî bi bîr xistinê ye şandeya ku ji Partiya Çepên Kesk pêk dihat di 21’ê îlonê de serdana gund kiribû û çavdêriyên xwe û binpêkirina mafan ên li gund bi raporekî bi raya giştî re parve kiribû.    Her wiha di 29’ê îlonê de jî şandeyek ji komeleyên mafên mirovan û parêzeran pêk dihat çûbûn gund û li gund lêkolîn kiribûn.